H’emû nûçeSereke

Bi talîmata katolîkosê Ermenîyan wê ji bo girtîyên ku li Bekûyê bi hincetên sexte tên girtin nimêja hemermenî bê kirin

Bi talîmata katolîkosê Ermenîyan Garêgînê Duda,  10 ê mijdarê li Êcmîyazîna Pîroz, li hemû dêrên dîwanên Ermenîstanê û dîyasporayê, di dema merasîma pîroz de wê ji bo pîrozbahîyê nimêja hemermenî bê kirin, parastina mafên ermenîyên Arsaxê, bi taybetî, leşker û sîvîlên ku ji alîyê Adirbêcanê ve hatin girtin û bi awayekî neqanûnî li Bekûyê bi sûcên sexte û ji bo nûnerên serkirdayetîya leşkerî-sîyasî.

Li gorî “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda li peyama Êcmîyazîna Pîrozda hatîye  kirin.

Berîya banga patryarxê ermenîyan, konsêya dêran ya cîhanê û konfêransa dêran ya Avropayê bang li dêrên endamên xwe û hemû kesên xwedî îrade kirin ku tevlî roja nimêjê ya ku ji Ermenîstanê û ermenîyên Arsaxê re tê pîrozkirin, bibin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button