H’emû nûçeSereke

Li ser hinardekirina genim, ceh, tovên gulberojê û rûnê gulberojê yên ji Ermenîstanê hatin qedexekirin

Hukumetê di civîna xwe ya 28 ê mijdarê de, hinardekirina çend kelûpelan ji Ermenîstanê bo welatên ku endamên Yektîya Avrasîyayêye Êkonomîkîne, (ji bo 6 mehan) qedexe kir.

Li gorî vê yekê, qedexe li ser hinardekirina çend berhemên çandinîyê tê sepandin, ji wanin: genim, meslîn,ceh, tovê gulberojê û rûnê gulberojê.

Di derbarê hilberên navborî de, hilberîna navxweyî hewcedarîya bazara Ermenîstanê, ku bi giranî li ser lêçûnên qebareya îthalatê tê peyda kirin, nagire.

Qedexeya ku bi biryarê hatîye destnîşankirin wê ji bo kelûmelên ku di bin proseya gumrikê ya “Ji nû ve îxracatê” de têne îthalkirin û ji Ermenîstanê têne îxrackirin, neyê sepandin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji meha hezîrana îsal ve ji bo heyama 6 mehan qedexeya hinardekirinê ya demkî hatîye danîn û wê opêrasîyonê  3 ê çileya sala 2025 a de bi dawî bibe. Li gorî pêşnûmeya vê biryarê tê pêşnîyarkirin ku qedexeya hinardekirinê 6 mehên din bê dirêjkirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button