Topxaneya Tirkîyayê 5 gundên Manbîcê bombebaran kirine û di encamê de kesek birîndar bûye.
Rewangeha Sûrî ya mafên mirovan belav kir, artêşa Tirkîyayê û komên girêdayî wê bi topan gundên Toxar, El-Cat, Ereb Hesen, Cebel Seyad û Ûm Celûd yên Manbîcê bombebaran kirine.
Li gorî zanyariyên Rewangehê, di encama êrîşê de ciwanekî temen 17 salî birîndar bûye û ji bo dermankirinê bo nexweşxaneyê hat ragîhandin.
Bajarê Manbîcê ku li rojavayê çemê Firatê di bin kontrola encûmena leşkerî ya Manbîcê de ye, her car ji alîyê grûpên çekdar ve rastî êrîşan tê.