H’emû nûçeSereke
Bernama sala 2025 a, ya hevkarîya Ermenîstanê û Îtalîyayêye parastinê hatîye îmzekirinê: wezîreta Ermenîstanêye parastinê
Li avayê wezîreta Ermenîstnêye parastinê şêwirdarîyên Ermenîstanê û Îtalîyayêye parastinê pêk hatine, beşdarî kîjanê bûne serokê îdara wezîreta Ermenîstanêye parastinê, yê pirsên hevkarî û sîyaseta navneteweyî Lêvon Ayvazyan û serokê îdara ştaba Îtalîyayêye sereke, ya hevkarîyê Mattîya Zûzî. Derbarê wê yekêda ji wezîreta Ermenîstanêye parastinê elam kirine.
Wextê şêwirdarîya xebatên mîyaserkirî, yên hevkarîya sala 2024 a hatine gotbûjêikrinê û yên sala tê hatine plankirinê.
Alîya bi razîbûn dane dîyarkirinê,wekî van salên dawî hevkarî bi govekên nûva berfireh dibe.
Fikir usa jî dora pirsên herêmî û navneteweyîda hatine pevguhartinê. Em bîr bînin wekî bernama hevkarîya sala 2025 a, ya Ermenîstanê û Fransîyayêye parastinê hatibû îmzekirinê.