H’emû nûçeSereke

Dora azakirina vîzayên bo çûyîna Yekîtîya Avropayê nevsên fermî nava  doranên dîyalogêda rastî hevdu hatine

Li Yêrêvanê dora azakirina vîzayên bo çûyîna Yekîtîya Avropayê, hevdîtina nevsên fermî, bi serokatîya wezîra Ermenîstanêye karên hundur Arpînê Sargsyanê û wekîlê Avropayê Yohanês Lûxnêr, nava  doranên dîyalogêda rastî hevdu hatine. Derbarê wê yekêda ji wezîreta karên hundur elam kirine.

Wextê hevdîtinê cêrge gotûbêjkirin, yên girêdayî pirsên ewlehîya dokûmênta, serkarîkirina sînora û mîgrasîyayê, mafên mêriv û cêrge pirsên mayîn hatine pêkanînê.

Alîya ew yek îzbat kirine, wekî dawîbûna mêkanîkî ser hevda nayê. Nevsên derecebilind qayîl bûne wekî gavên nava pêvajoya azakirina vîzada wê sala 2025 a pêk bên, nava dorana kîjanada pêşekzanên sîstêmên Avropayê wê lêkolîna bikin.

Mîsîyayên wî cûreyî wê alî bikin pêşerojêda bighîjine azakirina vîzayên bo çûyîna li Yekîtîya Avropayê.

Wezîra karên hundur daye dîyarkirinê,wekî bernama bona amadekirina vê proseyê çawa xerîta rê bona stratêcîya van goveka tê qebûlkirinê. Yohanês Lûxnêr bona qebûlkirinê razalixî elam kirîye û daye dîyarkirinê, ku ew bona xebata întênsîv amadene.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button