H’emû nûçeSereke
Papîkyan û Dikotînî pirsên rojeva hevkarîya Ermenîstanê û Fransîyayê, yên nava goveka parastinêda, gotûbêj kirine
Wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Sûrên Papîkyan baylozê Fransîyayêyî li Ermenîstanê Olîvîê Dikotînî qebûl kirîye.Derheqa wê yekêda ji wezîreta Ermenîstanêye parastinê elam kirine.
Wextê hevdîtinê, pirsên rojeva hevkarîya Ermenîstanê û Fransîyayêye nava goveka parastinêda û kirinên pêşerojê hatine gotûbêjkirinê.
Fikir dora bûyarên herêmî û navneteweyîda hatine pevguhartinê.