Cîgira berdevka Pêntagonê Sabrîna Sînghê gotîye: “ Em bi HSD ê re berdewam dibin ji bo têkbirina DAÎŞ ê. Lê belê behsa şîyanên HSD ê, hevalbendê Amêrîkayê di têkbirina DAÎŞ ê de nakin”.
Sabrîna Sînghê di kongireke rojnamevanî de gotîye: “Gênêral Korêlla, fermandarê fermandarîya navendî ya Amêrîkayê, serdanên xwe bo Sûrîyayê û Îraqê dewam dike. Pêwendîya gênêral Korêlla bi wezîrê berevanîyê Lloyd Aûstîn re berdewam e.”
Sabrîna Sînghê dîyar kirîye, çekên kîmayî yên Sûrîyayê, cîhê nîgeranîya Amêrîkaye û gotîye: “Bala me li ser wan çekan e, ji ber ku ew cîhê metirsîyê ye ku bikeve destê komên çekdar û alîyên xerab”.
Cîgira berdevka Pêntagonê gotîye: “Em pêşwazî li daxuyanîyên Kolanî dikin.” Herwiha tekez kir ku divê Kolanî van gotinan di pratîkê de îszat bike.