SerekeSîyasî

Pirsa kurdan dibe navenda danûstandinên welatan li Romayê

Biryare wezîrê Amêrîkayêyî karên der  li Romayê bi wezîrên karên der yên welatên Avropayê û Brîtanyayê re bicive, navenda danûstandinên wan jî li ser rewşa Sûrîyayê û çarekirina pirsa kurdan li wî welatî ye.

Ajansa Frans pressê ya nûçeyan parve kirîye: “Wezîrê Amêrîkayêyî karên der Êntonî Blênkên li Fransîyayê ber bi Romayê ve bi rê keftîye, û biryar e bi wezîrên karên der yên Brîtanyayê, Fransîyayê, Almanyayê û Îtalyayê re bicive û behsa pirsa kurdan û dûberekîyan bi Tirkîyayê û seqamgirîya Sûrîyêyê re bikin”.

Frans press ê herwesa amaje jî daye: “Pirsa rakirina sîzayan ji ser Sûrîyayê jî wê pareke tewerên danûstandinan be”.

Gefên Tirkîyayê li beranberî Hêzên Sûrîya Dêmokrat (HSD) li Sûrîyayê Amerîka nîgeran kirîye. Her di vî warî de Blînkên li Parîzê ragîhandibû, ew bi Enqereyê re di peywendîyê de ne ku opêrasîyonên serbazî yên Tirkîyayê li ser axa Sûryayê rû nedin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button