Çand – R’ADYOYA ERMENÎSTANÊYE CİVAKÎ

Hunermendên navdar, DJ yên bîyanî: vardavar wê li Yêrvanê bi girseyî bê kifşkirin
Vardavar îsal li Yêrêvanê bi şêweyeke nû bê pîrozkirin. Di civîna çapemeniyê de ku li navenda çapemenîyê ya “Armenpress” ê hatîye lidarxistin, cîgirê şaredarê Yêrêvanê Lêvon Hovhannîsyan destnîşan kirîye ku cejin wê 12 ê tîrmehê  bi bernameyeke pir dewlemend bê pîrozkirin.

Lêvon Hovhannîsyan gotîye: “Li qada komarê bernameyeke konsêrê bi beşdarîya hunermendên navdar û DJ yên bîyanî tê payîn. Ev cejin pir hezkirî ye û bi awayekê yan awayeke din li welatê me bi gelek çalakîyan tê pîrozkirin, lê îsal em ê wê li Yêrêvanê bi formateke nû pîroz bikin. Ez difikirim ku herikîneke mezin ya geştîyaran wê hebe û ew ê bi kalîteyeke nû bibe yek ji kartên serdana me”.

Çalakî wê seheta 12:00 a de dest pê bike, ji bilî bernameya konsêrtê, wê deverên avê û bernameyên pêşbirkê jî hebin. Ji bo zarokan wê deverên avê yên cuda hebin da ku ew bikaribin dema xwe di hawîrdorek ewletir de derbaz bikin. Wê îstasyonên xwarinê yên mobîl hebin.

Lêvon Hovhannîsyan gotîye:”Em ê di wê rojê de tiştekî li tu derê qedexe nekin yan sînordar nekin, ew ê tenê bi pîvaneke mezin li meydana Komarê bê pîrozkirin. Em ji we re piştrast dikin ku wê bêtir av, bêtir mirovên şil û bernameyek balkêş hebe da ku hûn demek xweş derbaz bikin”.

Fêstîvala navneteweyî ya fîlmên kurt ya Yêrêvanê: bername û çalakî: konfêransa çapemenîyê
Fêstîvala navneteweyî ya fîlmên kurt ya Yêrêvanê wê ji 25 a heta 29 ê hezîranê li Yêrêvanê û Gumirîyê bê lidarxistin. Fêstîval bin sponsorîya giştî ya şaredarîya Yêrêvanê û bi piştgiriya wezîreta Ermenîstanêye perwerde, zanistê, çandê û sporê de tê lidarxistin.Derheqa wê yekêda derhênerê fêstîvalê, derhênerê fîlma, hilberîner û kesayetîya giştî Guj Tadêvosyan  22 ê hezîranê wextê hevdîtina bi rojnamevanan re li Yêrêvanê ragîhandîye.

Fêstîval bi destpêşxeriya fonda çandî ya “Pêşvebirina hilberîna fîlmên Ermenîstanê” hatîye lidarxistin. Li gorî organîzatoran, armanca wê eşkerekirina potênsîyala fîlmçêkirên ciwan, pêşvabirina mezinbûna wan ya pîşeyî û her weha qewînkirina têkiliyên efirîner û hevkarîyê di navbera fîlmçêkerên ciwan yên ji welatên cûda de ye.

Bingeha bernameya fêstîvalê îsal dîsa ji alîyê du rêgezên sereke yên pêşbazîyê ve pêk tê: bernameyên navneteweyî û neteweyî. Ji bilî nîşandana fîlman, dersên masterê, civînên efirîner, nîşandanên bi nîqaş, raberkirin û çalakîyên din yên profêsîyonal re têne plankirin.”Herêma Şîrakê ji xwe herêma şeşemîn e ku ev fêstîval lê tê lidarxistin. Û ez, wek rêveberê fêstîvalê, divê bi bawarî bêjim ku ev kevneşopî bandoreke pir erênî li ser aktîvkirina jiyana çandî li herêman dike”,-Tadêvosyan gotîye.

Ewî her wiha zêde kirîye ku beşdarên fêstîvalê derfeteke mezin distînin ku bi cihên fîlmên balkêş yên Ermenistanê re nas bibin, ji ber ku ew dikarin di hilberîna fîlman de bên bikar anîn.

Pêşbirka navneteweyî 24 fîlm ji 22 welatan û projeyên hilberîna fîlmên hevbeş dihewîne. Bername fîlmên ji  Lyûksêmbûrgê, Îranê, Zêlandya Nû, Bêlçîkayê, Fransîyayê, Yûnanistanê, Brîtanya Mezin, Rûsyayê, Qazaxistanê, Holandîyayê, Polonyayê, Libnanê, Afrîka Başûr, Macaristanê, Urdunê, Felestînê, Îtalyayê, Swîsre, Çînistanê, Kanadayê, Rûmînyayê dihewîne.

Li gorî organîzatoran, pêkhateyeke wiha ya beşdaran ne tenê erdnîgariyeke berfireh dide bernameyê, lê di heman demê de tevlîheviyeke dewlemend ya zimanên fîlman yên cuda, nêzîkatîyên hunerî û rêwerzên tematîk jî dide.

Herwiha, hejmarek fîlmên ji bernameya pêşbirka navneteweyî berê xwe dane festîvalên cihêreng. Hin ji berhemên raberkirî bi fêstîvalên fîlman yên bi prestîj yên wek Kannê, Vênêtîkê, Bêrlînê, Lokarnoyê. Ev yek giraniyeke zêde dide beşa navneteweyî û nîşan dide ku bername ne tenê bi prensîpa temsîliyeta erdnîgarî ya berfireh, lê di heman demê de bi berçevgirtina çarçoveya fêstîvala nûjen jî hatiye avakirin.

Çalekîya “Rojên arxêolojîyê yên avropî” wê li Ermenîstanê bê lidarxistin
Çalekîya “Rojên arxêolojîyê yên avropî” wê di navbera 12-14 ê hezîranê li Ermenîstanê bê lidarxistin. Wek ku ji alîyê wezîreta Ermenîstanêye perwerdê, zanistê û çandê ve hatîye ragîhandin, çalekîyên sê rojî wê li gelek deverên arxêolojîk, mûzeyanda û cîhên din yên çandî yên li Komara Ermenîstanê bê lidarxistin.

Gelek rêxistinên ku li Ermenîstanê bi arxêolojîyê ve mijûl dibin beşdarî çalakîyê bûne: înstîtûta arxêolojî û êtnografîyê ya akadêmîya Ermenîstanêye neteweyî ya zanistê, navenda lêkolînên zanistî ya mîrata dîrokî û çandî, mûzêya Ermenîstanêye dîrokî, mûzêyên Lorî-Pambakê, Dîlîcanê, Yêxêgnazorê û mûzêya dîrokê ya Yêrêvanê.Çalakî ji bo hemû komên temenî û kesên ku bi arxêolojîyê re eleqedar dibin hatine kirin.

Ermenîstan ji bo sala 4 emîn beşdarî çalakîya “Rojên arxêolojîyê yên avropî” dibe.

Di dema çalakîyê de, derfet ji raya giştî re tê dayîn ku bi qada arxêolojîyê re nas bibin, serdana cîhên kolandin û navendên lêkolînên arxêolojîk bikin.

Civîn bi arxêolog û rêstoratorên vedîtinên arxêolojîk re têne organîzasîyakirin û hejmareke çalakîyên perwerdehî û zanînî (kolandin, pêşangeh,meşên geştyarî) pêk tên.

Ji sala 2010 a vir ve, wezîreta Fransîyayêye çandê hevrêzkirin û pêşvebirina çalakîyên “Rojên arxêolojîyê yên avropî” spartîye înstîtûta neteweyî ya lêkolînên  arxêolojîk yên pêşîlêgirtinê.

CÎHANA PİRÎSKÊ MIHOYÎ
Çendekî pêşda li bajarê Îjêvskê (Rûsya) li çapxana «MarŞak» berevoka helbestên Pirîskê Mihoyî ya bi navê «Cîhana min» ronayî dîtîye. Di vê pirtûkê da weke 150 helbestên wî cîwar bûne, yên ku ewî salên cihê-cihê nivîsîne. Min ew berevok berî çapbûnê xwendîye, lema jî pêşxebera wê bi dil nivîsye. Berpirsyarê berevokê Rzganê Cango ye.

Ez zûva Pirîskê Mihoyî nas dikim û pênûsa wîye efrandarîyê ra nasim. Cîhana wîye efrandarîyê tê bêjî mînanî demsalan li ber hev tê guhastinê: bahara wî bi kesk, sor û zere; havîna wî bi germ û germistane, payîza wî bi kilama awaz zîze, zivistana wî bi mitale, xem û xîyale…

Eva berevoka helbestên wîye pêşine, ku notla dara mêwayê li payîzê berê xwe dide. Fêkîyên wê darê îdî zûva gihîştine, şîrîn, tam û bedewin.

Berevok li ser sê beşan par dibe: «Cîhana min» (helbestên li ser welatê kal-bavan, qelpî-qûlpya cîhanê di hindava gelê me da, raman û fikirên xudane bi taybet û felsefîne); «Fîncana qawê» (helbestên evîndarîyê û lîrîkîne) û «Şengala çavên girî» (helbestên li ser axîn û êşa Şengalê, xayîntî û nemerdaya dost û neyarên wêne).

Mixabin, ev berevoka gelekî dereng çap dibe. Çima? Prîsk bi xwe bersiva vê pirsê dide. Helbest û gotarên wîye pêşin hela hê di salên xwendikarîyê da li ser rûpêlên rojnama kurdîye «Rya teze» çap bûne. Lê gava Sovyêt hildiweşa, ew berê xwe dide Rûsyayê û dikeve li ser karê dewletê û dem-mecala wî kêm dimîne, da ku efrandinên xwe tomar bike. Naha ew çûye hêsabûnê, ji «gêjgerîna» xebata fermî aza bûye, çawa dibêjin, «êxina» efrandinên xwe dike «lodeke» tam…

Vê gavê sê berhemên Pirîskê Mihoyîye mayîn jî amadene: yek ya wergêran, yek ya gotarên bijare û yek jî ya serhatyan. Em bawerin, ku ew berhem jî wê zû herine çapxanê…

Belê, cîhana Prîskê Mihoyî ya efrandarîyê tê bêjî mînanî demsalan li ber hev tê guhastinê: bahara wî bi kesk, sor û zere, havîna wî bi germ û germistane, payîza wî bi kilama awaz zîze, zivistana wî bi mitale, xem û xîyale…

Ez birayê xweyî hizkirî Pirîskê Mihoyî bi dil û can pîroz dikim bo weșena vê berhema hêja û serkeftî.

Bi hizkirin Eskerê Boyîk.

Sêmînar û gotûbêja me ya li ser radyoya kurdî ya Yêrêvanê û rojnameya “Rya Teze” /wêne/
Sêmînar û gotûbêja me ya li ser radyoya kurdî ya Yêrêvanê û rojnameya “Rya Teze” li Wanê bi coşeke xweş û beşdarîyeke zindî pêk hat.

Ez jî, Tîtalê Keremê Seyad jî, ku ji Yêrêvanê hatibû- beramberî civaka me ya Wanê gelekî kêfxweş bûn. Ev civata xweş, bi serkarîya baroya Wanê û komîsîyona zimanê kurdî ya baroyê pêk hat. Beşdarîya şaredar, şaredarî û çapemenîyê em dilxweş kirin. Cihê şanazîyê bû ku piştî sêmînarê ez, kekê Tîtal û kekê Sîpan hatin xelatkirin. Min xelata xwe ji destê serokê baroyê birêz Sînan Uzaraz stand û vê yekê jî ez şa kirim. Yek bi yek spas ji bo baroya Wanê, komîsîyona zimanê kurdî ya baroya Wanê, serokê baroyê parêzer Sînan Uzaraz, sêkrêtarê baroyê parêzer Alî Şapkacı, hevserokê DADSAZ ê (Komeleya hiqûqzanan) Sîpan Gukhan û hemû endam û rêveberên baroyê. Spasîyên taybet ji bo parêzerê hêja û dilovan Sînan Gukhan ku di van 2-3 rojan de eleqeyeke mezin nîşanî me da…

Rojek berî civîna me ya li baroya Wanê, roj em li girava gola Wanê, ya Axtamarê qesidîn û me dîna xwe da bedewîya gola Wanê û dor-berên wê.

Hema wê rojê êvarê jî me li “Dîwanxaneya dengbêjiyê” ya dengbêjê hêja Îsmaîlê Seyranê şevbihêrkeke xweş pêk anî. Şevbihêrk ji bo xatirê min û Tîtalê Keremê Seyad hate kirin. Kekê Tîtal ji Yêrevanê hatibû. Şev ji alîyê parêzerê hêja û hevserokê DADSAZ ê Sîpan Gukhan ve hate organîzekirin. Siheta wî xweş be, Sîpan mêvanhiz û camêrekî bêhempa ye. Seydayê hêja, berpirsê weşanxaneya peywendê Xalid Sadinî û helbestvana dilovan Mulkiye Tekin, tevî mêvanên din şeva me geş kirin. Hûn her hebin…

Em careke mayîn spasîya xwe elamî baroya Wanê û komîsîyona zimanê kurdî ya baroyê û usa jî hevserokê DADSAZ ê (Komeleya hiqûqzanan) Sîpan Gukhan û hemû endam û rêveberên baroyê dikin.

SALİHÊ KEVİRBİRÎ

Radyoya Ermenistanê 100: konsêrt li Syûnîkê
Konsêrtên din yên ku di çarçoveya 100 salîya damezrandina radyoya Ermenîstanê de hatine plankirin, wê li herêma Syûnîkê pêk bên.

13 ê hezîranê, seheta 17:00 a, li mala çandê ya Mêxirîyê.

14 ê hezîranê, êvarê seheta 18:00 a li navenda çanda Sîsyanê.

Orkêstra radyoya Giştîye sîmfonîk tê Syûnîkê da ku guhdarên radyoyê û hizkirîyên mûzîkê di bin yek banî de germ bike û bicivîne.

Berhemên cûre-cûre ji alîyê  kompozîtorên ermenî û bîyanî wê bên  raberkirin, ji  alîyê Lûsînê Kçozyanê, Tîgran Karapêtyan, Naîra Manûçaryanê û Arman Vardanyan vebên bên stiran.

Li Hewlêrê pêşangeha pirtûkên kurdîye yekemîn hatîye vekirin
Li Hewlêra paytextê Herêma Kurdistanê, bi duruşima “Bi kurdî binivîse û bi kurdî bihizire” pêşangeha taybet ya pirtûkên kurdîye yekemîn derîyên xwe li ber xwendevanan vekirîye.

Li pêşangeha navdewletî ya Hewlêrê, 4 ê hezîranê çalakîyeke çandî ya bêhempa dest pê kirîye. Berevajî pêşangehên berê, ev pêşangeh tenê ji bo berhêm, nivîs û weşanên bi zimanê kurdî hatîye veqetandin. Di pêşangehê de nêzîkî 130 weşanxane, navendên çap û belavkirinê û sazîyên çandî beşdar in.

Di pêşangehê de pirtûkên bi hemû zaravayên zimanê kurdî (soranî, kurmancî, hewramî) cîh digirin. Xwendevan dikarin di warên sîyasî, dîrokî, civakî, aborî û wêjeyî de bigihîjin hezaran berheman. Herwiha beşeke berfireh ya pêşangehê ji bo pirtûkên zarokan û wêjeya zarokan hatîye veqetandin.

Ji bilî pirtûkan, di pêşangehê de wek dewlemendîyeke çandî beşên hunerî, tabloyên şêwekarîyê, cilûbergên kurdewarî û karên destî jî têne nîşandan. Sazîyên wek înstîtûta kurdî ya Bêrlînê û akadêmîya kurdî jî bi berhemên xwe beşdarî vê pêngava çandî bûne.

Nivîskar Rêbîwar Sîweylî di derbarê girîngîya pêşangehê de ji Kurdistan24 re axivîye û diyar kirîye, ev pêngav ji bo hişmendîya neteweyî gelekî girîng e.

Sîweylî gotîye: “Heta niha di pêşangehên navdewletî de pirtûka kurdî her tim li perê bûn û li piştê diman. Lê cara yekem e ku zimanê kurdî, nivîsara kurdî û hizra kurdî dikeve navendê. Ev hewldana hukumet û weşanxaneyan, ji bo qewînkirina şunasa me ya neteweyî gaveke pir bi rûmet e”.

Ev pêşangeh ku bi piştgirîya hukumeta Herêma Kurdistanê û weşanxaneyên navxweyî hatîye amadekirin, wê heta heftîyekê derîyên xwe li ber pirtûkhezan vekirî bihêle. Amadekarên pêşangehê bang li hemû welatîyan dikin ku seredana pêşangehê bikin û bi xwedîderketina li pirtûka kurdî, piştgirî bidin ziman û çanda xwe.

Radyoya Ermenîstanê 100: konsêrt li Stepanavanê
2 ê hezîranê, li mala Spîtakêye çandê, konsêrt ji alîyê koma zarok û ciwanan ya “Arêvîk” ê ya radyoya giştî ve ji bo 100 salîya damezrandina Radyoya Ermenîstanê hatîye lidarxistin.

Konsêrta din  wê  9 ê hezîranê êvarê seheta 18:00  a li Stepanavanê hatîye plankirin.Têketin belaş e.

Wek beşek ji rêzekonserên hezîranê, konsêrt bi beşdarîya komên mûzîkê yên radyoya Giştî li Syûnîkê, Gêxarkûnîkê û Tavûşê jî hatine plankirin.

Yekemîn fêstîvala fîlmên kurdî li Bîrmînghamê hatîye lidarxistin
Li bajarê Bîrmîngham ê Brîtanyayê, “Fêstîvala fîlmên kurdîye yekemîn” bi beşdarîya hejmareke mezin ya hunermend, lîstikvan û dildarên sînêmayê hatîye lidarxistin.Fêstîvalê de, 33 fîlmên kurdî hatine nîşandan û peyama qewînkirina çanda kurdî li Avropayê hatîye dayîn.

Fêstîvala ku di navbera 28-31ê gulana 2026 a hatîye lidarxistin, wekî gaveke giring ji bo naskirina sînema kurdî li Brîtanyayê tê nirxandin. Di çarçoveya fêstîvalê de, sînêmakarên ji her çar parçeyên Kurdistanê û dîyasporayê bi berhemên xwe beşdar bûne.

Aktera naskirî Bayan Bombayê gotîye: “Pêdivî ye ku Avropa çand û hunera Kurdistanê nas bike. Divê zanibin ku kurd xwedî dîrok û huner in. Mixabin her tim kesek tune ye ku destê hunera kurdî bigire, lê çalakîyên wiha îzbat dikin ku em hene û hunera me zindî ye”.

Xwedîyê kompanyayê û sponsora festîvalê, Kajaw Enwar jî beşdarî merasîma xelatdayînê bûye. Anwar bal kişandîye ser rola sêktora taybet di geşepêdana hunerê de û dîyar kirîye ku wekî karsazekî kurd, ew serbilind e ku piştgirîya fêstîvaleke wiha dike.

Enwar gotîye: “Me xwast wekî sponsor piştgirîyê bidin vê fêstîvalê, da ku keda lîstikvan û sînemakarên me winda nebe. Armanca me ew e ku em hunermendên xwe bidin naskirin û nîşan bidin ku karsazên kurd her tim li pişt hunera xwe ne”.

Di fqêstîvala ku 4 rojan berdewam kirîye, bi giştî 30 fîlmên kurt û 3 fîlmên dirêj (sînêmayî) hatine nîşandan. Mijarên fîlman piranî li ser jîyana civakî, koçberî, nasname û dîroka Kurdistanê bûne.

Beşdarên fêstîvalê û sînemakar dîyar kirine ku lidarxistina fêstîvalên wiha li derveyî welat, derfetê dide sînêmakarên ciwan ku berhemên xwe bigihînin asteke navdewletî û peywendîyên xwe bi sînêmaya cîhanê re hewîn bikin.

Hunera ermenî di çarçoveyek cîhanî de: konfêransa ji bo çandê wê li Yêrêvanê bê lidarxistin
Konfêransa du rojî wê li Ermenîstanê bê lidarxistin da ku hunera ermenî di çarçoveyeke cîhanî de bê lêkolînkirin.

Li gorî ragîhandina «Armenpress» ê, 15 û 16 ê gulanê de, projeya hunerê ya nûjen û hemdem ya ermenî wê konfêransa navneteweyî ya “Çerçoveya çandî û nasname: hunerê ermenî di dîyaloga cîhanî de”  raber bike.

Bernameya durojî li dora çar warên sereke hatîye avakirin: sazî, piştgirî û sîyaseta çandî, zanîna dîjîtal û pêşeroja hunerê, dîyalog û bandorên hunerî û tevgerên hunerî yên ermenî yên hemdem.

Rêvebera AMCA ê Zara Ûzûnyan-Halpîn dibêje: “Hunermendîya ermenî bi sala li kêleka dîroka hunera cîhanê maye, ne ji ber nebûna nirxê, lê ji ber nebûna temsîlîyeta têrker û lêkolîna sîstêmatîk”.

Cîgirê rêveberê AMCA û serokê lêkolînê û serokê konfêransê Îên Robêrtson dibêje: “Ev konfêrans gaveke girîng e ji bo pêşxistina dîyaloga pîşeyî ya navneteweyî, efirandina hevkarîyên nû û xuyabûna hunera ermenî li ser nexşeya çandî ya cîhanî”.