Sîyasî – R’ADYOYA ERMENÎSTANÊYE CİVAKÎ

Cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der girîngîya pêşxistina girêdana herêmî û di wê çarçoveyê de dîyaloga bi welatên cînar re tekez kirîye
Cîgirê wezîrê  Ermenîstanêyî karên der Vahan Kostanyan beşdarî çalakîya asta bilind ya ji bo destpêkirina “Platforma rojeva girêdanê” ya ku ji  alîyê Yekîtîya Avropayê ve hatîye destpêkirin, bûye.

Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda ji wezîreta Ermenîstanêye karên der  ragîhandine û bi hûrgilî hatîye gotin ku şandên ji Tirkîyayê, Ûkraînayê, Moldovayê, Qazaxistanê, Tirkmênistanê, Tacîkistanê, Ûzbêkîstanê û Qirqizistanê û her weha nûnerên sazîyên darayî yên navneteweyî û komîsîya avropî jî beşdarî çalakîyê dibin.

Tê destnîşankirin ku ev platform ji bo qewînkirina ajandaya girêdanê di navbera welatên Kafkasîya Başûr, herêma behra Reş, Tirkîyayê û Asyaya Navîn û ji bo pêşvabirina ajandaya girêdana navherêmî di çarçoveya stratêjîya “Derîyên cîhanî” yên Yekîtîya Avropayê de hatîye efirandin.

Di çarçoveya konfêransê de, cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der  di panêla niqaşê ya bi sernavê “Pêrspêktîvên pêşerojê yên korîdora veguhestinê ya Transkaspîyê li herêmên behra Reş û Kafkasîya Başûr: ber bi sala 2030 î” axivîye, ku cîgirê serokwezîrê Moldovayê, wezîrê Tirkîyayêyî veguhastin û binesazîyê, wezîrê civak û pêşvebirina herêmî yê Ûkraînayê, cîgirê serokê banka cîhanê û her weha cîgirê rêveberê giştî yê mobîlîtê û veguhestinê yê komîsîya Avropayê û rêvebirê cînartîya Rojhilat û Tirkîyayê jî beşdar bûne.

Vahan Kostanyan axaftina xwe de girîngîya pêşxistina girêdana herêmî û pêşxistina dîyalogê bi welatên cînar re di vê çarçoveyê de tekez kirîye û destnîşan kirîye ku destpêşxerîyên di vî warî de dikarin bibin alîkar ku potênsîyala Başûrê Kafkasîyayê wek navendeke girîng ya ku Avropayê û Asyayê bi hev ve girêdide, bi tevahî bê pêkanîn. Di vî warî de, ewî girîngîya pêşxistina hevkarîya Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê, bi taybetî di warên veguhastinê, ênêrjî û girêdana dîjîtal de jî destnîşan kirine.

Cîgirê wezîr, li ser pêşxistina ragîhandina herêmî, înîsîyatîva “Xaçerêya aşîtîyê” ya hukumeta Ermenîstanê raber kirîye.Ewî tekez kirîye ku girêdana berfireh dibe alîkar ku hevkarîya herêmî, pêşkeftina aborî û bawerîyê qewîn bike.

Bekûyê çalakîya bi navê “Mîrata Adirbêcana Rojavayê: vegera bo kokên dîrokî” li dar xistîye
Bekû sîyaseta xwe ya îdîayên bê bingeh li dijî Ermenîstanê di asta dewletê de û sextekirina dîrokê didomîne. Li gorî medya Adirbêcanê, li civaka êtno ya “Xan Yurdu” ya gundê Yêni Zod ya herêma Goygolê fêstîva bi navê “Mîrata Adirbêcana Rojavayê: vegera bo kokên dîrokî” hatîye lidarxistin. Çalakî ji alîyê civaka qaşo “Adirbêcana Rojava” ve bi hevkarîya rayedarên cîbicîkar yên herêma Goygolê hatîye organîzasîyakirin.

Tê destnîşankirin ku fêstîval “beşên ku herêmên cûda yên Adirbêcana Rojavayê nîşan didin, kevneşopî, folklor, hunerên destan û mêlodîyên aşûq raber dikin, dihewîne. Wêne, tablo, pirtûk û hunerên destan yên ku dîrok û çanda herêmê nîşan didin jî hatin  raber kirin  û werzîşvanên ji klûba werzîşê ya “Îrêvan” axaftin kirine”. Divê bê zanîn ku bi “Îrêvan”, Beku tê wateya paytexta Ermenîstanê, Yêrêvan.

Endamê meclîsa Adirbêcanê û serokê civaka bi navê “Adirbêcana Rojava” yê ya ku ji alîyê Bakûyê ve hatîye efirandin, destnîşan kirîye ku rêxistin qaşo “bi mîlyonan hemwelatîyên ku rastî sirgûnkirin û paqijkirina êtnîkî hatine û her weha neviyên wan” dihewîne.Ewî destnîşan kirîye ku armanca wê “ew e ku vegera ewle û bi rûmet ji bo axên xwe yên dayikbûnê misoger bike û girîngiya axaftina serokkomarê Adirbêcanê Îlham Elîyêv 24 ê kanûna sala 2022 a ye pêşin de wek piştgiriyek sîyasî ji bo vê pêvajoyê tekez kirîye.

Bekûyê çend roj berê çalakîyeke din ya bi vî rengî li dar xistibû.

Bidine kifşê ku Beku teza bi navê “Adirbêcana Rojava” yê pêş dixe, ku bi wê re îdiayên xwe yên axê yên bê bingeh û derewîn yên li dijî Ermenîstanê pakêt dike. Bi gotina “Adirbêcana Rojava” ê, Adirbêcan temsîla axa Ermenîstanê dike. OC Media ê ragîhandibû ku belgeyên ku derketine holê yên ku  lêkolîn kirine eşkere dikin ka rêveberîya serokatîya Adirbêcanê çawa belavbûna navneteweyî ya vegotina “Adirbêcana Rojava” ê hevrêz kiriye û fînanse kiriye.

Tom Barack li ser îdîayên Tramp yên ku “çek dane kurdan” axivîye
Di demekê de ku îdîayên serokê Amerîkayê Donald Tramp yên derbarê “destdanîna kurdan ya li ser çekên ji bo xwenîşanderên Îranê” di rojevê de ne, hatîye zanîn ku nûnerê taybet yê Tramp Tom Barak di hevdîtinên xwe yên Hewlêrê de ev mijar zelal kirîye.

Li gorî agahîyên ku Rûdawê bi dest xistine, Barak dîyar kirîye ku ew îdîa ne rast in û agahîyên xelet dane serok Tramp.

Serokê Amêrîkayê Donald Tramp demên dawîyê gelek cara gazin dikirin û digot: “Kurdan em bêhêvî kirin, çekên me ji xwe re hilgirtin”.

Ev mijar di navbera Hewlêrê û Waþîngtonê de bûbû sedema niqaşan.

Nûnerê taybet yê Amerîkayê yê kar û barên Îraqê û Sûryayê Tom Barak  li Hewlêrê bi serok Mesûd Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokwezîr Mesrûr Barzanî re civîya.

Hatîye ragîhandin ku Tom Barak dawî li wan niqaşan anîye.

“Ti çek nehatine şandin”

Li gorî zanyarîyên ku Rûdawê ji çavkanîyên bilind wergirtine, di civînên girtî de yek ji wan mijarên ku herî zêde dihat meraqkirin ev îdîayên Tramp bûn.

Tom Barak di daxuyanîya xwe ya ji bo serkirdeyên li Hewlêrê de tekez kirîye ku ev mijar tenê ji “agahîyên xelet” pêk tê.

Hatîye zanîn ku Barak di civînan de wiha gotîye:

“Ji kerema xwe li ser vê mijarê dilgiran nebin û xwe neêşînin.

Hewce nake em zêdetir li ser vê mijarê rawestin. Di vê mijarê de agahîyên xelet dane serok Tramp.

Ji bo vê armancê ti çek nehatine Herêma Kurdistanê. Her wiha tu hêza sîyasî ya kurdan dest dananîye ser çekên bi vî rengî”.

Wê bi raportekê bê sererastkirin: “Agahî xelet bûn”

Li gorî hûrgilîyên di qeyda deng de, şandeya Amêrîkayê qebûl kirîye ku hinek derdorên li Waşîngtonê raportên xapînok dane serok Tramp.

Hatîye dîyarkirin ku Tom Barak soz daye ku ew wê piştî hevdîtinên xwe yên Hewlêrê vegere koşika Sipî.

Barak gotîye ew wê “raporteke rast ya ku rastîyan lixwe digire”  raberî serok Tramp bike û wê vê şaşfêhmkirinê sererast bike.

Herêma Kurdistanê îdîa red kiribûn

Wekî ku tê zanîn, serokê YNK ê Bafil Talebanî berê li ser van îdîayan gotibû “Ji me nepirsin, ji yên din (ji Hewlêrê) bipirsin” û berê pirsê guhêrandibû.

Lê belê hukumeta Herêma Kurdistanê û wezîreta karên navxwe gelek cara daxuyanîyên fermî dabûn.

Wana ew îdîayên veguhastina çekan bi zimanekî tund red kiribûn.

Balyozê Almanîyayê deh motorsîklêtên berfê zêdetir radestî wezîreta Ermenîstanêye parastinê kirîye
Balyoza Almanîyayêye li Komara Ermenîstanê Klaudîa Buş, li ser navê hukumeta xwe, 16 motorsîklêtên berfê ji bo nûjenkirina amûrên têknîkî yên hêzên çekdar û pêşxistina şiyanên wan radestî wezîreta Ermenîstanêye parastine kirîye.

Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda wezîreta  Ermenîstanêye parastinê ragîhandîye û hatîye gotin ku 17 ê hezîranê, cîgirê yekem yê wezîrê parastinê, serokê fermandarîya giştî ya hêzên çekdar,gênêral-lêytênant Êvard Asryan li komplêksa îdarî ya wezîreta Ermenîstanêye parastinê Klaudîa Buş qebûl kirîye.

Balyozê destnîşan kirîye ku Ermenîstan û Almanya bi têkiliyên nêzîk ve girêdayî ne.

Ewê bi taybetî tekez kirîye ku ji sala 2025 a, têkiliyên dualî bi rojeva hevkariya stratêjîk, ku  alîyê serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û şansolyeyê fêderal yê Almanyayê Frîdrîx Mers ve hatîye îmzekirin, qewîn bûne.

Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî rewşa kurdan nirxandine
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîya Dêmokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî civiyane.

Serokatîya Herêma Kurdistanê li ser hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî daxuyaniyek daye.

Li gorî daxuyanîya serokatîya Herêma Kurdistanê, her du alîyan rewşa kurdan ya li Sûrîyayê gotûbêj kirine.

Rewşa kurdan û hevkarîya bi Şamê re

Di daxuyanîyê de hatîye ragihandin ku di civînê de bipêşketinên dawî yên sîyasî û ewlehîyê yên Sûryayê û herêmê hatine nirxandin.

Di civînê de her wiha rewşa kurdan û pêkhateyên din yên li wî welatî hatine gotûbêjkirin.

Hewldanên ji bo çareserkirina pirsgirêkan û lihevtêgihiştina di navbera alîyên kurdî de bûne mijarên din yên hevdîtinê.

Di heman demê de hevahengî û hevkarîya bi Şamê re jî bi berfirehî hatine nirxandin.

Tekezîya li ser dîyalogê

Her du alîyan tekezî li ser girîngîya berdewamîya diyalogê, parastina aramîyê û dabînkirina aşîtîyê ya li herêmê kirine.

Li gorî serokatîya Herêma Kurdistanê, bipêşxistina hevahengîyê û rûbirûbûna metirsîyên têrorê ji bo parastina aramîyê, mijarên din ya vê civînê bûne.

Serok Barzanî serê sala Koçî li misilmanên Kurdistanê û cîhanê pîroz kirîye
Serok Barzanî bi helkefta hatina serê sala Nû ya Koçî (1448), pîrozbahîyeke germ li seranserê mislimanên Kurdistanê, Îraqê û cîhanê kirîye û hêviya xêr û tenahîyê ji bo deverê xwestîye.

Serok Mesûd Barzanî 15 ê hezîranê peyama pîrozbahîyê belav kirîye.Li gorî daxuyanîya baregaya Barzanî, di wê peyamê de hatîye gotin: “Bi helkefta hatina serê sala Koçî, ez germtirîn pîrozbahiyên xwe arasteyî tevahîya mislimanên Kurdistanê, Îraqê û cîhanê dikim”.

Serok Barzanî di berdewamîya peyama xwe de ragîhandîye: “Ez ji Xudayê Mezin dixwazim ku sala nû ya Koçî bibe sala binecihbûna aşîtî, tenahî û rehetîyê be, ji bo devera me û hemî cîhanê. Her di xêr û xweşiyan de bimînin”.

Peyama merok Barzanî

Bi Navê Xudê yê Mezin û Dilovan

Bi helkefta hatina serê sala Koçî, ez germtirîn pîrozbahîyên xwe arasteyî tevahîya mislimanên Kurdistanê, Îraqê û cîhanê dikim.

Ez ji Xudayê Mezin dixwazim ku sala nû ya Koçî bibe sala binecihbûna aşîtî, tenahî û rehetîyê be, ji bo devera me û hemû cîhanê.

Her di xêr û xweşîyan de bimînin.

Ermenîstanê Avropa hilbijart, lê ji Rûsya Pûtîn haydar be:analîsta amêrîkî
Bi hilbijartina ji nû ya serokwezîr Nîkol Paşînyan û partîya wî ya “Peymana sîvîl”, gelê Ermenîstanê “Avropa dewsa Rûsyayê hilbijart”. Derheqa wê yekêda analîsta “National Post” ê Dayan Frênsîsê di hevpeyvîna bi Independence Media Avenue re gotîye, li ser encamên hilbijartinên parlamêtîyê yên ku 7 ê hezîranê li Ermenîstanê hatine lidarxistin dinirxîne.

Di heman demê de, ewê ew nerîna ku Ermenîstan “dikeve rêyeke xeternak” ji ber ku serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn “ji her tiştê ku diqewime pir nerazî ye”.

Frênsîsê her wiha destnîşan kirîye ku Moskva dibîne ku qadeke bandorê ya qaşo winda dibe û wê her hêza xwe bikar bîne da ku zivirîna Yêrêvanê ber bi Rojava ve rawestîne.

Pispora amêrîkî destnîşan kirîye ku “Divê ew bi tevahî amade bin ji bo wê rastîyê ku hemû kiryarên ku Rûsyayê li Ûkraînayê û deverên din kirine, wê li welatê wan jî bên kirin”.

Lê belê, li gorî wê, helwesta Paşînyan qewîn e. Serokê Dewletên Yekbûyî Donald Tramp gaveke wêrek avît û bi eşkere piştgirî daye serokwezîrê Ermenîstanê, ku ewî di doza Ûkraînayê de nekir, ku wê demê ji çar salan zêdetir bi dagirkirina berfireh ya Rûsîyayê re rû bi rû bûye.

Dayan Frênsîs her wiha bawer dike ku Yekîtîya Avropayê dikare alîkarîya Ermenîstanê bike heger ew dest pê bike “wek hêzeke sûpêr ku Yekîtîya Avropayê dikaribû bibe” tevbigere.

Frênsîs dibêje: “Divê ew bi awayeke çalak bi Ermenîstanê re bixebitin û alîkarîya wê bikin. Ne li ser şandina leşkeran e, lê li ser avakirina têkilîyên bazirganî yên hevbeş”.

Ararat Mîrzoyan li ser vexwendina Kaya Kalasê çûye Lyûksêmburgê
Wezîreta Ermenîstanê karên der ragîhandîye ku di 14-15 ê hezîranê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan bi serdana xebatê li Lyûksêmbûrgê ye.

Îro li ser vexwendina nûnera bilind ya karûbarên der û sîyaseta ewlehiya Yekîtîya Avropayê Kaya Kalasê, wezîr Mîrzoyan beşdarî niqaşa di çarçoveya civîna konsêya wezîrên  dewletên endam yên Yekîtîya Avropayêye karên der bûye.

Armên Grîgoryan û Hîkmêt Hecîyêv li Dîlîjanê rastî hevdu hatine
14 ê hezîranê, li Dîlîjanê civîna xebatê di navbera sêkrêtarê konsêya Komara Ermenîstanêye  ewlehîyê  Armên Grîgoryan û alîkarê serokkomarê Komara Adirbêcanê Hîkmêt Hecîyêv li Dîlîjanê pêk hatîye.

Hevdîtinê de, alîyan li ser mijarên têkildarîya rojeva aşîtîyê ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de niqaş kirine.Girîngîya dîyaloga dualî ya berdewam di çarçoveya hewildanên ji bo qewînkirina aşîtî û aramîya demdirêj li herêmê hatîye tekez kirin.

Alîya her waha li ser tedbîrên ji bo qewînkirina bawerîya hevbeş di navbera civakên sîvîl yên her du welatan de nêrînên xwe parve kirine.

Armên Grîgoryan û Hîkmêt Hecîyêv pevketine ku têkilîyên xebatê bidomînin û destnîşan kirine ku civîna din wê li Adirbêcanê bê lidarxistin.

Serokkomarê Tirkîyayê Nîkol Paşînyan ji ber serkeftina wî di hilbijartinanda de pîroz kirîye
Serokkomarê Tirkîyayê Receb Tayîb Êrdogan ji ber serkeftina partîya “Peymana sîvîl” di hilbijartinên parlamêntîyê de peyama pîrozbahîyê ji serokwezîr Nikol Paşînyan re şandîye.

Peyamê tê gotin: “Bi navê gelê xwe û xwe, ez ji bo serkeftina partîya “Peymana sîvîl” ya ku Hûn serokatîya wê dikin di hilbijartinên  parlamêntîyêye 7 ê hezîranê hatin lidarxistin, bi dilsozî pîrozbahîyê li We dikim û di avakirina hukumetê de ji bo cara sêyemîn serkeftinê ji We re dixwazim.

Ez bi tevahî piştrast im ku vîzyona We ya stratêjîk ya ji bo avakirina aşîtî û aramîya mayînde li herêmê û mîsogerkirina hevkarîya pêwîst di wî alî de wê bi serkeftî bê temam kirin.

“Bi vê derfetê, ez careke din ji We re tenduristîyê û rehetîyê û ji gelê Ermenîstanê re jî şadî û bextewarîyê dixwazim”.