Cîhan – R’ADYOYA ERMENÎSTANÊYE CİVAKÎ

TRIPP encama mîyasernekirina ji alîyê Bakû û Yêrêvanêda daxuyaniya 9ê Mijdara 2020an e. Tomas dê Waal
Ez difikirim ku projeya TRIPP wê bê bicîhanîn: xebata li ser wê jixwe dest pê kiriye û pir mimkûn e, rîya hesinî wê bê sererastkirin. Tomas dê Waal, lêkolînerê pêşeng li  Carnegie Endowment for International Peace û pisporê mijarên Kafkasê, di bernameya “FAKTORA HÊZÊ” ya NEWS.am da diyar kir.

Li gorî wî, Paşinyan û Aliyev di heman demê de biryar dan ku daxuyaniya 9ê Mijdara 2020an berdin, ji ber ku ew ditirsiyan ku Rûsya xala 9an wekî leverage li dijî hem Ermenistan û hem jî Azerbaycanê bikar bîne. Pispor tekez kir ku “Û cihê herî guncaw li cîhanê ji bo berdinê Qesra Spî ye. Ji ber vê yekê, aliyan biryar dan ku wê projeyê ji Rûsî veguherînin Amerîkî.”

“Amerîkî bawer dikin ku şîrketên Rûsî jî dikarin rêya Trump bikar bînin, lê ew eşkere dikin ku ev niha bernameya wan e. Hem Dewletên Yekbûyî û hem jî Ewropa fêm dikin ku bandora Rûsyayê li herêmê li gorî pênc-deh sal berê bi girîngî qels bûye. Rûsyayê leverageya xwe li ser hem Ermenistan û hem jî Azerbaycanê winda kiriye, ku di dema pevçûna Karabaxê de qewimî.”

Pispor bawer nake ku Îran faktora sereke ya Dewletên Yekbûyî di pêkanîna vê projeyê de ye.

Tomas dê Waal destnîşan kir ku “Li wir dê şîrketek Amerîkî hebe, dê binesaziya Amerîkî hebe, lê ji bilî çend kesan, Amerîkî bi xwe tune ne. Ewlehî dê ji hêla şîrketek taybet, dibe ku ne Amerîkî be jî, lê Ewropî be, û her weha cerdevanên sînor ên Ermenî ve were peyda kirin.”

Ermenîstanê di îndêksa êkosîstêma startapên cîhanî da pozîsyona xwe baştir kirîye
Li gorî îndeksa êkosîstema destpêkên cîhanî, Ermenîstan bi rêjeya mezinbûnê ya 22.76% sê rêzan bilind bûye û gihîştiye rêza 54emîn, ku yek ji bilindtirîn welatên di rêza 51-60emîn de ye.

Ermenistan di nav 40 welatên cîhanê yên herî jor de di warê nermalav û zanista daneyan de ye. Îsal, Yerîvan di rêzbendê de 19 rêzan bilind bûye û gihîştiye rêza 181emîn, bi saya rêjeya mezinbûnê ya ji %40î zêdetir.

Sêktora teknolojiyê ya Ermenistanê veberhênanên nû dikişîne û mezinbûnê teşwîq dike. Yekem şîrketa yekşehriyê ya welêt, PicsArt, gihîştiye nirxandinek 1 milyar dolarî û destpêkek din a Ermenî, DeepCraft, kirî. Wekî din, ekosîstema destpêkekên Ermenî nîşanên mezinbûna karsaziyê û pêşkeftina teknolojîk nîşan dide.

Ji ber mezinbûna piçûk a bazarê û nifûsa tenê 3 mîlyon, çend destpêkekên pir serketî, bi taybetî ServiceTitan, baregehên xwe ber bi bazarên mezintir, nemaze Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, berfireh dikin. Lê belê, hêjayî gotinê ye ku ev karsaz ji ekosîstema xwe qut nebûne.

Çiqwas leşkerên Tirkîye û Îranê hene?
Agahiyên li ser hejmara leşkerên her welatekî li cîhanê hatine weşandin. Tê destnîşankirin ku lîste li gorî hejmara giştî ya leşker, yedek û personelan hatiye amadekirin. Welatê ku herî zêde leşkerên wî li cîhanê hene, Koreya Bakur e ku 7.5 milyon leşker hene.

Lîsteya welatên ku herî zêde leşkerên wan li cîhanê hene li jêr e:

I. Korêya Bakûr- 7 milyon 580,000

2. Vîetnam – 5 milyon 490,000

3. Hindistan – 4 milyon 246,800

4. Rûsya – 3 milyon 203,000

5. Çîn – 3 milyon 45,000

6. Brezîlya – 2 milyon 184,500

7. DYA – 2 milyon 112,800

8. Taywan – 1 milyon 837,800

9. Pakistan – 1 milyon 501,000

10. Misir – 1 milyon 314,500

11. Kuba – 1 milyon 234,500

12. Endonezya – 1 milyon 94,750

13. Îran – 1 milyon

14. Ukrayna – 990. 000

15. Tirkiye- 894. 700

16. Tayland- 699.550

17. Meksîka- 505.400

18. Etiyopya- 503.000

19. Kolombiya- 469.000

Trump: Paşînyan û Elîyêv rêberên pir başin
Serokê Amerîkayê di axaftina xwe ya li Taştêya Dua ya Neteweyî da li Washingtonê got ku serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û serokkomarê Adrbêcanê Îlham Elîyêv bi rastî jî rêberên baş in.

Wî careke din rola xwe di çareserkirina hejmareke nakokîyên navneteweyî da bîr anî.

Trump got, “Min şerên dijwar çareser kirine, wek Kamboçya û Tayland, Kosovo û Serbistan, Pakîstan û Hindistan, Îsraîl û Îran, Ermenîstan û Adrbêcan.”

Trump behsa lûtkeya aştiyê ya 8ê tebaxê ya li Waşîngtonê û encamên wê kir û tekez kir ku di navbera her du welatada bi salan nakokî hebûn, lê wîra li hev hatîye wê yekê çareser bike.

Vêns wê roja duşemê seredana Ermenîstanê û dawîya mehê jî seredana Adrbêcanê bike
Cîgirê Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê J.D. Vêns wê roja duşemê , 9ê Sibatê, seredana Ermenîstanê û di dawîya vê mehê jî seredana Adrbêcanê bike. Ev delîl e ku Waşîngton ji nû va balê dikişîne ser Başûrê Qefqasyayê, ji ber ku ew hewl dide çarçoveya aştiyê ya ku par li hev hatibû kirin bicîh bîne. (Euronews radigihîne). Li gorî weşanê, seredan hewlên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji bo pêşxistina bazirganî, veberhênan û binesaziyê li herêmê bi rêya korîdora Rêya Aştî û Serfiraziya Navneteweyî (TRIPP) ya rêvebiriya Trump nîşan dide. Lê belê, pispor bawer dikin ku serkeftin wê rêvebirîke bihêz û hevrêzike transatlantîk a nêzîk hewce bike. Berê hatibû ragîhandin ku Vêns wê piştî merasîma vekirina Olîmpiyadên Zivistanê here Ermenîstanê û Adrbêcanê, wekî nîşanek piştgiriyê ji bo peymana aştiyê ya ku par ji hêla Qesra Spî va hatibû navbeynkarkirin.

Wezîreta karên der derbarê vexwendina Elîyêv û Erdogan bo Ermenîstanê
Komara Ermenîstanê û Yekîtiya Awropayê biryara li ser roja Lûtkeya Civaka Siyasî ya Awropî li Yêrêvanê ji berpirsên hevrêzkir yên hemû welatan ra şandine. Berdevka wezîreta karên der ya Komara Ermenîstanê Anî Badalyanê ev yek di bersiva pirseke ji Factor.am da ragîhand. Factor.am ji berdevka daîreyê pirsî gelo vexwendineke fermî ji serokkomarê Adirbêcanê Îlham Eliyev û serokkomarê Tirkiyayê Receb Tayîp Erdogan ra hatîye şandin da ku beşdarî çalakiya ku wê li Yêrêvanê bê lidarxistin bibin. Anî Badalyanê gotiye ku vexwendina fermî wê piştî veguhestina agahdarîya li ser roja çalakiyê bi awayê dîyarkirî û di nav dema dîyarkirî da bê. Lûtkeya Civaka Siyasî ya Awropî wê di 4ê gulanê da li Yêrêvanê bê lidarxistin. Hukûmeta Ermenîstanê ew roj çawa rojeke nexebatê elam kirîye.

Artêşa Ereban a Sûriyeyê gihişt sînor, hêzên li Şingalê ketin rewşa amadebûnê
Gihiştina Artêşa Erebî ya Sûriyeyê li ser sînorê Şingalê, tevger xistiye nava hêzên leşkerî yên deverê.

Heşdî Êzidî û Heşdî Şebî ji vê cîrantiyê dilgiran in û ketine rewşa amadebûnê.

Li Şingalê piştî guherînên li aliyê Sûriyeyê û hatina Artêşa Ereban a Sûriyeyê li ser sînor, tirs û dilgiranî di nav xelkê û hêzên ewlehiyê de peyda çêbûye.

“Êzidî dizanin 10 sal berê çi hat serê wan”

Fermandarê Alaya Lalişê ya Heşdî Şebiyê Xal Elî ji Rûdawê re ragihand ku xelkê deverê ji bo parastina axa xwe amade ye û got:

“Xelkê herêmê hemû amade ne alîkariya hêzên ewlehiyê bikin. Êzidî baş dizanin 10 sal berê çi hat serê wan, loma îro bi hemû hêz û şiyana xwe amade ne herêma xwe biparêzin.”

“Bêyî daxwaza me bûn cîran”

Fermandarê Heşdî Şebî dilgiraniya xwe venaşar û got:

“Ew bûne dewletek, her çi qasî me nedixwest bibin cîranên me lê bêyî daxwaza me bûne cîran.”

Berdevkê Ragihandina Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) Hadî Elyas jî tekezî li ser amadebûna hêzên xwe dike da ku rê li ber dubarebûna senaryoya 2014an bigirin.

Hadî Elyas got, “Hêzên me li Şingalê amade ne rê li ber her komkujiyekê bigirin.

Heta niha metirsiyeke berbiçav nîne û ti pêngav berev me neavêtine lê divê mirov her tim amade û hişyar be.”

Tirs ketiye nav xelkê

Tirs û dilgiranî ne tenê li cem hêzên leşkerî heye her wiha li cem şêniyên Şingalê jî heye.

Niştecihê Şingalê yê bi navê Dexîl Miço jî got, “Li ser asta ewlehiyê heta niha tiştek nîne lê em daxwazê ji xelkê xwe dikin ku baldar bin.”

Çalakvanê Şingalî Seed Hemmo hişyariyê da ku metirsî ne tenê li ser Şingalê ye û got:

“Dewletên derdora Sûriyeyê hemû di bin metirsiyê de ne, eger îro li Rojavayê (Kurdistanê) xelas bûn, sibê dê werin Îraqê û du sibê jî welatên din.”

“Divê em her tim amade bin”

Welatiyê bi navê Azad Hisên amaje bi wê yekê kir ku hefteya borî tirs zêdetir bûye û got:

“Artêşa Ereban a Sûriyeyê li ser sînorê Îraqê bi cih bûne û hikûmeta Îraqê û hêz jî li vir bi cih bûne.”

Mazin Xelîl jî hemfikir e û got, “Bê guman tirsek li cem xelkê me peyda bûye lê divê em her tim amade bin.”

TRIPP di vê qonaxê de hebûna karsaziyê li Başûrê Qefqasyayê ji bo Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê peyda dike. Pisporê Amerîkî
TRIPP di vê qonaxê de hîn jî hebûneke karsaziyê li Başûrê Qefqasyayê ji bo Amerîkayê peyda dike, lê ew xwedî potansiyela veguherandina hebûna karsaziyê bo hebûneke stratejîk a Amerîkî ye, tiştek ku berê qet tune bû. Zanyarê Amerîkî Suren Sargsyan li ser rûpela xwe ya Facebookê li ser vê yekê nivîsand.

“Serdana herêmî ya Cîgirê Serok Vance tenê çend roj dûr e. Ev serdan dê yek ji qonaxên girîng be di pêşvebirina berjewendiyên jeopolîtîk ên Amerîkî li herêma me de. Ev pêşbaziyek jeopolîtîk a herêmî ya xwezayî ye, ku tê de Amerîka di vê qonaxê de xwedî avantaj e. Divê were zanîn ku ev avantaj jî bi hesabê berjewendiyên xeleka herî qels a herêmê tê bidestxistin, ku ev xuyangek tal lê rastîn a realpolitikê ye. Lêbelê, ez vê yekê tenê wekî serkeftinek ji bo rêveberiya Trump nabînim, ji ber ku senaryoyên weha ji sala 1991-an vir ve ji hêla hemî rêveberiyên Amerîkî ve hatine pêşve xistin, û ew gav bi gav hatine bicîh kirin,” wî nivîsand.

Pisporê Amerîkî zêde kir ku rastiya ku gavek wusa dikare bandorek neyînî li ser bicîhanîna TRIPP an şertên wê bike jî rolek lîstiye ku heta niha li Îranê nexe.

Bêrîvan Aymaz: Serok Barzanî xwedî li doza Rojavayê Kurdistanê derket
Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Alîkara Serokê Parlamentoya Nordrhein-Westfalenê ya Almanyayê Bêrîvan Aymazê kir.

Di civînê de rewşa Rojavayê Kurdistanê û kar û barên diyasporayê hatin gotûbêjkirin.

Civîn îro li navçeya Pîrmamê yê Hewlêrê hat kirin.

Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, Bêrîvan Aymazê kêfxweşiya xwe ya ji ber serdana xwe ya Kurdistanê û hevdîtina li gel Serok Barzanî anî zimên.

Spasiya helwesta Serok Barzanî kir

Bêrîvan Aymazê ji ber ku di rûdan û metirsiyên van demên dawî de xwedî li doza Kurdên Rojavayê Kurdistanê derketiye û hewlên wî yên ji bo parastina gelê Kurd ê li Rojavayê Kurdistanê spasiya Serok Mesûd Barzanî kir.

Aymazê her wiha ji bo gihandina alîkariyan û çûna bi hawara mexdûrên li Rojavayê Kurdistanê spasiya Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî (BCF) kir.

Alîkara Serokê Parlamentoya Nordrhein-Westfalenê hêvî kir ku Herêma Kurdistanê roj bi roj bihêztir bibe

Bêrîvan Aymazê ji ber piştgiriya wî ya ji bo kar û barên diyasporaya Kurd a li derveyî welat jî spasiya Serok Barzanî kir.

“Divê ziman û nasnameya xwe biparêzin”

Li aliyê din, Serok Barzanî di civînê de pîrozbahî li Bêrîvan Aymazê kir ku bi hewl û şiyana xwe kariye li Almanyayê bigihêje pileyeke siyasî û hêviya serkeftinê jê re xwest.

Serok Barzanî bal kişand ser kar û barên diyasporayê, şîret û rêkarên pêwîst ên di vê derbarê de pêşkêş kirin.

Serok Barzanî di çarçoveya vê mijarê de tekezî li ser girîngiya parastina nasname û zimanê Kurdî ya di nav Kurdên derveyî welat de kir.

Li gorî daxuyaniyê, rewşa Rojavayê Kurdistanê û pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê mijarên din ên civînê bûn.

Patrîarx Aramê I ji bo azaberdana ermenîyên li Bakûyê girtî bang li cîgirê serokê Amerîkayê kirîye
Patrîarxê Mala Kîlîkyayê nameke taybet cîgirê serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê J.D. Vance ra şandiye û bala wî kişandiye ser mijara azaberdana serokatîya leşkerî-sîyasî ya Qerebaxê û girtiyên ermenîye li Bakûyê girtî.

Li gorî “Armenpress”-ê, peyamek li ser vê yekê li ser rûpela fermî ya Facebookê ya Katolîkosatê ya Mala Mezin a Kîlîkyayê belav bû.

Tê destnîşankirin ku Katolîk Aram I bala cîgirê serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê kişandiye ser mijarên lezgîn yên parastina ewle ya abîdeyên manewî û çandî li Qerebaxê, û daxwaz kirîye ku ew tevlî wê pirsê bibe.

Di namê da, Patrîarx her wiha bîr anîye ku qanûna navneteweyî bi awayekî zelal girîngiya him azaberdana dîlên şêr û him jî parastina mîrata manewî û çandî tekez dike. Li gorî raporê, nameya Patrîarx gihîştiye cîgirê serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê.