R’ADYOYA ERMENÎSTANÊYE CİVAKÎ

Hunermendên navdar, DJ yên bîyanî: vardavar wê li Yêrvanê bi girseyî bê kifşkirin
Vardavar îsal li Yêrêvanê bi şêweyeke nû bê pîrozkirin. Di civîna çapemeniyê de ku li navenda çapemenîyê ya “Armenpress” ê hatîye lidarxistin, cîgirê şaredarê Yêrêvanê Lêvon Hovhannîsyan destnîşan kirîye ku cejin wê 12 ê tîrmehê  bi bernameyeke pir dewlemend bê pîrozkirin.

Lêvon Hovhannîsyan gotîye: “Li qada komarê bernameyeke konsêrê bi beşdarîya hunermendên navdar û DJ yên bîyanî tê payîn. Ev cejin pir hezkirî ye û bi awayekê yan awayeke din li welatê me bi gelek çalakîyan tê pîrozkirin, lê îsal em ê wê li Yêrêvanê bi formateke nû pîroz bikin. Ez difikirim ku herikîneke mezin ya geştîyaran wê hebe û ew ê bi kalîteyeke nû bibe yek ji kartên serdana me”.

Çalakî wê seheta 12:00 a de dest pê bike, ji bilî bernameya konsêrtê, wê deverên avê û bernameyên pêşbirkê jî hebin. Ji bo zarokan wê deverên avê yên cuda hebin da ku ew bikaribin dema xwe di hawîrdorek ewletir de derbaz bikin. Wê îstasyonên xwarinê yên mobîl hebin.

Lêvon Hovhannîsyan gotîye:”Em ê di wê rojê de tiştekî li tu derê qedexe nekin yan sînordar nekin, ew ê tenê bi pîvaneke mezin li meydana Komarê bê pîrozkirin. Em ji we re piştrast dikin ku wê bêtir av, bêtir mirovên şil û bernameyek balkêş hebe da ku hûn demek xweş derbaz bikin”.

Koma zerdelên Ermenîstanêye simbolîk gihîşte Yekîtîya Avropayê:Marta Kos
Koma zerdelên Ermenîstanêye simbolîk gihîşte Yekîtîya Avropayê. Derheqa wê yekêda komîsara berfirehkirina Yekîtîya Avropayê Marta Kosê mîkrobloga xwe ya X de derbarê hevdîtina xwe ya bi wezîrê Ermenîstanêyî rêveberîya herêmî û binesazîyê Davît Xudatyan nivîsîye.

“Spas ji wezîrê Ermenîstanêyî rêveberîya herêmî û binesaziyê Davit Xudatyan, ji bo diyarîyê û nîqaşa pir baş. Em berîya destpêkirina platforma rojeva girêdanê ya sibê civiyan, ku em ê xebata xwe ji bo girêdana çêtir ya Ermenîstanê bi cînarên xwe û Avropayê re bidomînin”,-Kosê nivîsîye.

Ewê destnîşan kirîye ku ev yek wê alîkarîya hilberînerên ermenî bike ku hinardekirina xwe cûre-cûre bikin û berhemên xwe yên bi kalîte bigihînin bazarên nû.

Bîr bînin ku berê komîsîya Avropayê 34 mîlyon yûro ji bo Ermenîstanê veqetandîye da ku bandorên sînorkirinên bazirganîyê yên Rûsyayê li ser sêktora taybet kêm bike.

Heger Rûsya bihayê gazê bilind bike, Ermenîstan wê çareserîya bibîne: çend ssênarên me li ser sivirê hene: Armînê Margaryan
Pispora mijarên sîyasî û leşkerî û seroka navenda ramanê ya “Jin û mîmarîya ewlekarîya cîhanî” Armînê Margaryanê di bernameya Factor TV de li ser alozîya heyî ya di têkilîyên Ermenîstan-Rûsyayê de, sedemên wê yên sereke û pêrspêktîvên têkilîyên Ermenîstan-Adirbêcanê axivîye.

Armînê Margaryanê behsa zêdebûna têkilîyên Ermenîstan-Rûsyayê yên vê dawîyê kirîye û destnîşan kirîye ku ew bi awayekî xwezayî pêşve diçin, ji ber ku berjewendî û rojevên her du welatan demeke dirêj e li dijî hev in.

“Berî her tiştî, ev têkilîyên bi awayeke dînamîk pêşve diçin. Bê guman, bi awayeke neyînî, lê ew têkilîyên bi awayeke dînamîk pêşve diçin, ji ber ku rojev demeke dirêj e ji hev cuda bûne, demek dirêj e dîyar e ku pergalên ewlehîya me ya neteweyî ne tenê li hev nakin, lê di heman demê de di gelek mijaran de nakok in”.-ewî destnîşan kirîye.

Li gorî pisporê, yek ji sedemên sereke yên alozîyê peymana tawîzê ya rîya  Başûrê Kafkasîyayê ye hesinin, ku leva sereke ya bandorê ya Rûsyayê li ser Ermenistanê ye.

“Rûsya pir baş fêm dike ku heger mafê wê tawîzê winda bike, ew ê Ermenîstanê bi tevahî winda bike. Ji ber ku ev leva sereke ye, di rastîyê de, di destên wê de ye, ku wê nehêle Ermenîstan wê momêntûmê pêk bîne ku pê re hatîye sêwirandin, mînak, TRIPP ku wê nehêle ew di warê aborî de nêzîkî Yekîtîya  Avropayê bibe”.

Li gorî Margaryanê, Rûsyayê bandora xwe ya rast li ser Ermenîstanê winda kirîye û leva aborî amûrên wê yên dawîn in.

“Ez difikirim ku ew pir baş fêm dikin ku wana Ermenîstan ji zû ve winda kirîye.Îdî amûrên wan yên rast ji bo Ermenîstanê tune ne. Amûra wan ya sereke ya girîng, ku wana ewqas veberhênan lê kirîye, ew bûye ku di dema berîya hilbijartinê de bi rêya hêzên xwe yên wekîl rewşa sîyasî biguhêrînin, lê ew di bingeh de di vê yekê de jî têk çûne. Bi gotineke din, wana ev lever jî winda kirin”.

Pispor li ser pêrspêktîvên têkilîyên Ermenîstan-Adirbêcanê axivîye û pêşbînî kirîye ku di demek nêzîk de peymana aşîtîyê nayê îmzekirin, ji ber ku Adirbêcan wê vê yekê wek binpêkirina sozên ku ji temaşevanên xwe yên navxweyî re hatine dayîn bibîne. “Ez îhtîmala îmzekirina peymana di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de nabînim. Ez vê yekê nabînim, ji ber ku Elîyêv wê wê gavê tam ji bo domandina gotûbêjên xwe yên navxweyî neavêje, ji ber ku heger we bala xwe da ka ew çawa diaxivîn, ew hilbijartinên me  raberî wan dikin. Ew ê peymanê îmze nekin da ku vê temaşevanên navxweyî biparêzin”.

Lê belê, li gorî wî, nebûna peymana avakirina têkilîyên dîplomatîk red nake. “Li vir pirseke din derdikeve holê: pir baş e, heger peyman neyê îmzekirin, têkilîyên dîplomatîk çênabin, têkilî çawa pêşve diçin û gelo em dixwazin, baş e peymanek tune be, lê têkilîyên dîplomatîk jî tune bin? Li vir min hin raman bihîstine ku mimkûn e peymanek tune be, lê têkilîyên dîplomatîk bên damezrandin”.

Bekûyê çalakîya bi navê “Mîrata Adirbêcana Rojavayê: vegera bo kokên dîrokî” li dar xistîye
Bekû sîyaseta xwe ya îdîayên bê bingeh li dijî Ermenîstanê di asta dewletê de û sextekirina dîrokê didomîne. Li gorî medya Adirbêcanê, li civaka êtno ya “Xan Yurdu” ya gundê Yêni Zod ya herêma Goygolê fêstîva bi navê “Mîrata Adirbêcana Rojavayê: vegera bo kokên dîrokî” hatîye lidarxistin. Çalakî ji alîyê civaka qaşo “Adirbêcana Rojava” ve bi hevkarîya rayedarên cîbicîkar yên herêma Goygolê hatîye organîzasîyakirin.

Tê destnîşankirin ku fêstîval “beşên ku herêmên cûda yên Adirbêcana Rojavayê nîşan didin, kevneşopî, folklor, hunerên destan û mêlodîyên aşûq raber dikin, dihewîne. Wêne, tablo, pirtûk û hunerên destan yên ku dîrok û çanda herêmê nîşan didin jî hatin  raber kirin  û werzîşvanên ji klûba werzîşê ya “Îrêvan” axaftin kirine”. Divê bê zanîn ku bi “Îrêvan”, Beku tê wateya paytexta Ermenîstanê, Yêrêvan.

Endamê meclîsa Adirbêcanê û serokê civaka bi navê “Adirbêcana Rojava” yê ya ku ji alîyê Bakûyê ve hatîye efirandin, destnîşan kirîye ku rêxistin qaşo “bi mîlyonan hemwelatîyên ku rastî sirgûnkirin û paqijkirina êtnîkî hatine û her weha neviyên wan” dihewîne.Ewî destnîşan kirîye ku armanca wê “ew e ku vegera ewle û bi rûmet ji bo axên xwe yên dayikbûnê misoger bike û girîngiya axaftina serokkomarê Adirbêcanê Îlham Elîyêv 24 ê kanûna sala 2022 a ye pêşin de wek piştgiriyek sîyasî ji bo vê pêvajoyê tekez kirîye.

Bekûyê çend roj berê çalakîyeke din ya bi vî rengî li dar xistibû.

Bidine kifşê ku Beku teza bi navê “Adirbêcana Rojava” yê pêş dixe, ku bi wê re îdiayên xwe yên axê yên bê bingeh û derewîn yên li dijî Ermenîstanê pakêt dike. Bi gotina “Adirbêcana Rojava” ê, Adirbêcan temsîla axa Ermenîstanê dike. OC Media ê ragîhandibû ku belgeyên ku derketine holê yên ku  lêkolîn kirine eşkere dikin ka rêveberîya serokatîya Adirbêcanê çawa belavbûna navneteweyî ya vegotina “Adirbêcana Rojava” ê hevrêz kiriye û fînanse kiriye.

Fêstîvala navneteweyî ya fîlmên kurt ya Yêrêvanê: bername û çalakî: konfêransa çapemenîyê
Fêstîvala navneteweyî ya fîlmên kurt ya Yêrêvanê wê ji 25 a heta 29 ê hezîranê li Yêrêvanê û Gumirîyê bê lidarxistin. Fêstîval bin sponsorîya giştî ya şaredarîya Yêrêvanê û bi piştgiriya wezîreta Ermenîstanêye perwerde, zanistê, çandê û sporê de tê lidarxistin.Derheqa wê yekêda derhênerê fêstîvalê, derhênerê fîlma, hilberîner û kesayetîya giştî Guj Tadêvosyan  22 ê hezîranê wextê hevdîtina bi rojnamevanan re li Yêrêvanê ragîhandîye.

Fêstîval bi destpêşxeriya fonda çandî ya “Pêşvebirina hilberîna fîlmên Ermenîstanê” hatîye lidarxistin. Li gorî organîzatoran, armanca wê eşkerekirina potênsîyala fîlmçêkirên ciwan, pêşvabirina mezinbûna wan ya pîşeyî û her weha qewînkirina têkiliyên efirîner û hevkarîyê di navbera fîlmçêkerên ciwan yên ji welatên cûda de ye.

Bingeha bernameya fêstîvalê îsal dîsa ji alîyê du rêgezên sereke yên pêşbazîyê ve pêk tê: bernameyên navneteweyî û neteweyî. Ji bilî nîşandana fîlman, dersên masterê, civînên efirîner, nîşandanên bi nîqaş, raberkirin û çalakîyên din yên profêsîyonal re têne plankirin.”Herêma Şîrakê ji xwe herêma şeşemîn e ku ev fêstîval lê tê lidarxistin. Û ez, wek rêveberê fêstîvalê, divê bi bawarî bêjim ku ev kevneşopî bandoreke pir erênî li ser aktîvkirina jiyana çandî li herêman dike”,-Tadêvosyan gotîye.

Ewî her wiha zêde kirîye ku beşdarên fêstîvalê derfeteke mezin distînin ku bi cihên fîlmên balkêş yên Ermenistanê re nas bibin, ji ber ku ew dikarin di hilberîna fîlman de bên bikar anîn.

Pêşbirka navneteweyî 24 fîlm ji 22 welatan û projeyên hilberîna fîlmên hevbeş dihewîne. Bername fîlmên ji  Lyûksêmbûrgê, Îranê, Zêlandya Nû, Bêlçîkayê, Fransîyayê, Yûnanistanê, Brîtanya Mezin, Rûsyayê, Qazaxistanê, Holandîyayê, Polonyayê, Libnanê, Afrîka Başûr, Macaristanê, Urdunê, Felestînê, Îtalyayê, Swîsre, Çînistanê, Kanadayê, Rûmînyayê dihewîne.

Li gorî organîzatoran, pêkhateyeke wiha ya beşdaran ne tenê erdnîgariyeke berfireh dide bernameyê, lê di heman demê de tevlîheviyeke dewlemend ya zimanên fîlman yên cuda, nêzîkatîyên hunerî û rêwerzên tematîk jî dide.

Herwiha, hejmarek fîlmên ji bernameya pêşbirka navneteweyî berê xwe dane festîvalên cihêreng. Hin ji berhemên raberkirî bi fêstîvalên fîlman yên bi prestîj yên wek Kannê, Vênêtîkê, Bêrlînê, Lokarnoyê. Ev yek giraniyeke zêde dide beşa navneteweyî û nîşan dide ku bername ne tenê bi prensîpa temsîliyeta erdnîgarî ya berfireh, lê di heman demê de bi berçevgirtina çarçoveya fêstîvala nûjen jî hatiye avakirin.

Ermenîstan wê beşdarî ênêrjîya rojê ya cîhanêye mezin, li Intersolar Europe 2026 bibe
Di navbera 23-25 ê hezîranê li bajarê Almanîyayêyî Myûnxênê, pêşangehên navneteweyî ya cîhanê di sêktora ênêrjîya rojêye mezin  û prîstîj de, Intersolar Europe 2026, wê bê lidarxistin. Komeleya ênêrjîya rojê ya Ermenîstanê wê sêktora ênêrjîya rojê ya Ermenîstanê di vê çalakîyê de teslîm bike.

Intersolar Europe, ku xwedî dîroka 30 sala zêdetir e, hevaltî, komele, veberhêner, rêxistinên têknolojiyê û çêkirên polîtîkayê yên pêşeng di sêktora ênêrjîya rojê û ênêrjiya nûjenkirî de tîne cem hev.

Di dema çalakiyê de, seroka  komeleya ênêrjiya Ermenîstanêye tevê Julîêta Sîmonyan wê bi axafin pêşda bê û pêvajoya pêşveçûna bazara ênêrjîya rojê ya Ermenîstanê, destkeftîyên sereke yên sêktorê, zehmetî û pêrspêktîvên pêşkeftina pêşerojê praber bike.

Armanca stratêjîk ya komeleya ênêrjiya Ermenîstanêye tevê ew e ku zincîreke nirxa ênêrjîya nûjenkirî ya bêkêmasî li Ermenîstanê ava bike: ji hilberînê bigire heya dêpokirinê, ji întêgrasîyona torê bigire heya fînansekirinê, ji rêziknameyê bigire heya perwerde û pêşxistina bazarê.

Beşdarbûna di Intersolar Europe 2026 de gaveke din ya girîng e ber bi kûrkirina hevkarîya navneteweyî, kişandina zanîn û pratîkên çêtir yên nû û her weha  raberkirina navneteweyî ya potênsîyala ênêrjiyê ya Ermenîstanê.

Daxwaza berhemên ermenî li Avropayê ji şîyanên me zêdetir e:Paşînyan
Serokwezîr Nîkol Paşînyan piştrast kirîye ku Yekîtîya Avropayê piştgirîyê dide Ermenîstanê li himber sînordarkirinên bazirganîyê yên ji  alîyê Rûsyayê ve hatine ferzkirin, lê tekez kirîye ku ev ne li ser guhartina bazara Rûsyayê ye, lê belê li ser cûre-cûrkirina hinardekirinê ye.

Li gorî wî, berhemên Ermenîstanê ji niha ve dest bi dabînkirina  deh welatên nû zêdetir kirine, ku gelek ji wan berê ji Ermenîstanê hawirde nedikirin.Peymanên hinardekirinê yên mezin yên demdirêj berê hatine îmzekirin û daxwaz li bazarên nû ji mîqdarên ku hilberînerên ermenî niha dikarin bicîh bînin derbaz dibe.

Paşînyan destnîşan kirîye ku armanca hukumetê ew e ku alîkarîya karsaza bike ku hilberînê zêde bikin da ku li bazarên nû, ne tenê di demek kurt de, lê di demek dirêj de jî, cîh bigirin.

Bi piştgirîya Yekîtîya Avropayê, Ermenîstan pergala ewlehîya avîyasîya sîvîl baş dike
Projeya “Piştgirîya ji bo başkirina standartên ewlehîya avyasîya   Ermenîstanêye sîvîl” ya ku ji alîyê Yekîtîya Avropayê ve tê fînansekirin, ku çileya sala 2026 a bi hevkarîya desteya dewleta Rûmînyayê dest pê kirîye, hêza hevkarîyê di avakirina pergaleke hewavanîyê ya ewleh û bibandor ji bo Ermenîstanê nîşan dide.

Çarçoveya vê projeya Tvînîng ê de, Ermenîstan û Rûmînya li rex hev dixebitin da ku:

.Bi pêşxistin û danûstandina pratîkên çêtir, kapasîteya sazûmanî ya komîtêya hewa Ermenîstanêye sîvîl qewîn bike.

.Bi lihevhatina bi standartên navneteweyî re, asta ewlehîya hewayê û karîgerîya opêrasîyonal bilind bike.

.Bi rêya vekolînên hevbeş, bernameyên perwerdehîyê û seredanên xwendinê, veguhestina zanîn û ezmûnê ya demdirêj pêşve bibe.

Dadgeha destûrî serlêdanên 7 hêzên sîyasî yên ku li dijî encamên hilbijartinê îtîraz dikin qebûl kirîye:civîn ji bo 26 ê hezîranê hatîye dîyarkirin
Dadgeha destûrî, civîna xwe ya xebatê ya 21 ê hezîrana sala 2026 a, dozên “Li ser bingeha serlêdanên hevpeymanîya partîyên “Ermenîstana bi hêz”, partîya “Baskên yekîtîyê”, partîya “Dîsîplîna qanûna dêmokrasîyê”, partîya “Ermenîstana refah”, partîya “Hevpeymanîya parêzvanên dêmokrasîyê ji bo komarê”, hevpeymanîya partîyên “Ermenîstan” û partîya rêformxwaz ya “Hêza nû”, derbarê nakokîya têkildarî biryara hejmar 259-A ya komîsîyona hilbijartinê ya navendî ya Komara Ermenîstanê ya 14 ê hezîrana sala 2026 a “Li ser kurtekirina encamên hilbijartinên asayî yên  parlamênta Komara Ermenîstanê ya 7 ê hezîrana sala 2026 a” ji bo lêkolînê qebûl kirîye”, dadgeha Destûrî radigihîne.

Ji ber ku dozên navborî heman mijarê dişopînin, li gorî xala 41 emîn ya qanûna destûrî “Li ser dadgeha destûrî”, dozên navborî hatine yekkirin û wê di heman rûniştina dadgehê de, ku wê  26 ê hezîrana sala 2026 a, seheta 11:00 a  pêk bê, bê nirxandin.

Dadwerê dadgeha destûrî Şatîryan wek raportkirê dozê hatiye tayînkirin û darizandina doza yekbûyî wê bi rêbaza devkî bê kirin.

Perwerdehîya pasvanên rûmetê: Surên Papîkyan vîdyo weşandîye
Wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Surên Papîkyan vîdyo ji perwerdehîya pasvanên rûmetê li ser rûpela xwe ya Facebook ê weşandîye.

“Perwerdehîya pasvanên rûmetê. Bi awayê, vîdyo bi hûrgilî cilên nû yên pasvanên rûmetê nîşan dide”,- Papîkyan nivîsîye.