Sîyasî

Piştgirîya Yektîya Avropayê

Yektîya Avropayê hazire nava şuxulk’arîya mîyaserkirina guhar’tinên nava sîstêma h’iqûqîda piştgirîyê bike. Derheqa wê yekêda serk’arê dêlêgasîya Yektîya Avropaêye li Ermenîstanê Pyotr Svîtalskî gotîye. “Yektîya Avropayê bi dereca here bilind derheqa wê piştgirîyêda e’lam kirîye. Meremê Yektîya Avropayê ewe, ku ce’dandinên alîyên ermenîya bêne mîyaserkirinê.Em hazirin piştgirîya sîyasî, şêwirdarî û fînansî bidin”,-Svîtalskî gotîye. Bi gotina bayloz Yektîya Avropayê piştgirîya fînansî bide şuxulk’arîya werguhastina. “ Ev pirs çend r’oj pêşda hatîye gotûbêjkirinê û piştgirîya meye fînansî gelekî girînge.Em hîvîya planên konkrêtin, k’îjana h’ukumata Ermenîstanê hazir dike”,- Svîtalskî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button