Civak

Ermenîstan niha li ser r’îya werguhastinaye

Ermenîstan niha li ser r’îya werguhastinên meh’kemê û h’iqûqî, usa jî şer’k’arîya dijî r’uşetxwerinêye.Derheqa wê yekêda,wextê r’asthatina  t’evî dêlêgasîya bi serk’arîya koordînatorê berne’ma Organîzeya Net’ewên Yekbûîye pêşdaçûyînê Dmîtrî Marîyasîn, wezîrê Ermenîstanêyî e’daletê R’ûstam Badasyan gotîye. Çawa ku hatîye r’agîhandinê, Dmîtrî Marîyasîn gotîye,wekî bona mîsîyaê qedirekî mezine piştgirîyê bidine wan werguhastina, yên ku bona Ermenîstanê girîngin.Wezîr daye bawarkirinê,wekî meremê h’ukumatê ewe ku sîstêma meh’kemê bona învêstorên Ermenîstanê û bîyanî ya bi gumanbe. R’ûstam Badasayan sazkirina meh’kema dijî r’uşetxwerinê girîng h’esab kirîye. Dmîtrî Marîyasîn hazirîya derheqa piştgirîya hindava werguhastinada e’lam kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button