Fonda Ermenîstanê h’ewask’arîyên dewletê e’lam kirîye,wekî serekwezîrê Fransîaêyî berê Domînîk Dê Vîlêpîn çawa endamê şêwira seroketîyê k’ifş kirîye. “ Bi sedirtîya cîgirê serekwezîrê Ermenîstanê Tîgran Avînyan şêwira seroketîyê dixebite, ya ku wek’îltîya dereca h’emdinîyayê têr’a divîne û nava vê h’emtêk’stêda t’evbûna serekwezîrê Fransîaêyî berê tê h’esabê çawa t’evbûna li ser dereca bilind”,- nava e’lametîyêda hatîye gotinê. Girêdayî vê yekêr’a Dê Vîlêpîn gotîye: “ T’evbûna t’evî wê k’omê dibe destpêka seferekeye nû û h’ewask’ar. Çawa Fransîya, usa jî Ermenîstan derbazî êtapeke deşta sîasîye nû bû û şe’detîya wê yekê ewe, wekî serk’arê fondê P’ap’azyan 37-salîye, lê sedirê şêwirê, cîgirê serekwezîr berê Avînyane, yê ku 3O-î salîye. Ermenîstan niha ew welate, yê ku bi têmpa zêdayê pêşda diçe û nava hersê mehên sala îsaline e’wlinda ew gihîştîye 7,1 selefî. Bona wê yekê cabdarîya fondêye mezin û emekê wê heye”.
Gotarên eynî
Ji alîyê Adirbêcanê ve ragîhandina Şûşîyê wek paytexta ciwanan ya teşkîleta hevkarîya Îslamî, berovajîkirina dîrokê ye: fonda “Gexard”
23.04.2024, 19:25
Mûzêy-înstîtûta komkujîya Ermenîyan tundîya li dijî ermenîyên Arsaxê ji alîyê Adirbêcanê ve bi kûrahî lêkolîn dike
23.04.2024, 18:30
Herwiha kontr’ol bike
Close