
Qulixdarîya bêqezîyabûna miletîyê r’aport r’aber kirîye, anegorî k’îjanê ji dehê gulana sala 2O18-a h’etanî 14-ê h’ezîrana sala 2O19-a nava goveka şer’k’arîya dijî xirabk’arîyê derheqa xebatên kirîda hatîye dîyarkirinê. 327 şuxul hatine lênihêr’andinê, ji k’îjana 21 ji organên başqene, lê 36 jî hatine destpêkirinê. Nava wî we’deyîda girêdayî xirabk’arîyên êkonomkîr’a 72 îş hatine pêşdak’işandinê. Anegorî lênihêr’andina, nêzîkî 47 mîlîyard dirama zyan gihîştîye dewletê. Ji wan îşên destpêkirî h’emû hela hê nehatine serhevdahatinê û bi saya xebata kirî 22 mîlîard diram paşda veger’andine byûcêya dewletê.H’etanî niha nêzîkî 1O6 mîlîon dirama hatîye dasekinandinê.