SerekeSîyasî

Çînstan Ermenîstnê çawa hevk’ara girîng h’esab dike

Nava dorana berne’ma “R’êyek û zonak”-da Çînstan Ermenîstnê çawa hevk’ara girîng h’esab dike. Derheqa wê yekêda li Pêkînê wextê r’asthatina t’evî r’ojne’mevanên ermenî, şêwirmendê dêpartamênta wezîreta Çînstanêye k’arên derî alîyê Avropayê û welatên Asîyaêda, Go Çjîszyûn  gotîye. “Aminaya sîyasîyêye di navbera welatên meda bona heleqetîyên dualî h’îmekî girînge.Hevk’arîya praktîke p’ir’alî herdem k’ûr dibe û fikireke nû dide heleqetîyên dualî”,- Go Çjîszyûn gotîye.Nevsê çînîyî r’esmî gotîye,wekî nava şeş mehên pêşîyêda bona heleqetîyên dualî wê gelekî başbe. “Gerekê bê gotinê,wekî berjewandîyên meye gelekî p’ir’fikir û berfire hene. Heleqetîyên k’ir’în- frotanêye dualî berfire  dibin û alîyê çîna herdem çawa hevk’arê Ermenîstanêyî k’ir’în- frotanêyî duda dimîne”,-ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button