Sîyasî

Derbazkirina xeberdana bi têlêfonê

Serekwezîrê K’urdistanê Me’srûr Barzanî û k’atibê ŞAY-yî dewletê Mayk Pompêo xeberdana bi têlêfonê derbaz kirine, bona ku heleqetîyên dualî û cêrge qewimandnên r’êgîonê gotûbêj bikin.Bi xeberdana derheqa seredana wekîltîya h’ukumata K’urdistanêye li Beg’dayê, Me’srûr Barzanî gotîye,wekî li wir pirsên bêqezîyabûnê, têrîtorîya, byûcêya dewletê, neft û gazêda hatine gotûbêjkirinê.Ewî gotîye  li Beg’dayê hazirî e’lam kirine,wekî ew pirs gerekê li ser h’îmê maf û borcdarîyên dualîye nava konstîtûsîyaêda dîyarkirî bêne h’elkirinê.Barzanî û Pompêyo xwe mikur’ hatine,wekî t’eşkîleta têr’orîstîye DAÎŞ  hela hê çawa qezîya dimîne.Hatîye dîyarkirinê,wekî berdewama koordînasîya di navbera ŞAY, h’ukumata K’urdistanê û Îraqêda girînge, bona ku hindava DAÎŞ-da serbik’evin û bêqezîyabûna r’êgîonê bidine ç’areserkirinê.Pompêyo careke mayîn derheqa piştgirîya welatê xweda daye dîyarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button