Sîyasî

Qebûlkirina serekwezîrê K’urdistanê

Serekwezîrê K’urdistanê Me’srûr Barzanî dêlêgasîya byûroya partîya K’urdistanêye Dêmokratîke sîyasî qebûl kirîye. Mêvana girêdayî sazbûna kabînêta wezîraye nûr’a, Me’srûr Barzanî pîroz kirine û derheqa piştgirîya partîya xweye hindava kabînêta wezîrada e’lam kirine.Barzanî daye dîyarkirinê,wekî nenihêr’î wê yekê, ku partîya Dêmokratîk frak’sîya here mezine nava parlamêntêda û serk’arîyê  h’ukumatê dike,h’ukumat gerekê bibe ya h’emû welatîya, ew gerekê bona h’emû welatîya qulixke, û h’emû partîyaên sîyasî gerekê piştgirîya h’ukumatê bikin. Serekwezîr derheqa seredana xweye li Beg’dayê e’lam kirîye û daye dîyarkirinê,wekî t’evî h’ukumata fêdêral gerekê hevr’axeberdanên nû destpêbin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button