28-ê tîrmehê li ser k’enarê Sêvanê forûma bîznêsêye bi navê “Sêvan Start’ap’ Samît’ 2O19”, ya ku çadirada derbaz dibe, destpê bûye û ya ku wê h’etanî çarê t’ebaxê berdewam bibe. Ji 2OO-î zêdetir progiramîst û 12OO-î zêdetir r’ezedilvan xwestine t’evî vê forûmê bibin. Ji t’emamîya dinîyaê nêzîkî sed t’eglîfne’me hatine şandine. Serk’arê wê forûmê Vahagn R’ap’yan daye dîyarkirinê,wekî eva yeka îdî bûye ne t’enê ya ermenîya, lê ya navnet’ewîye.Xêncî xelata k’ifşkirî, usa jî sed h’ezar dolarên amêrîkî hatine başqekirinê.Ev berevbûn sala 2O16-a derbaz bûye û h’etanî r’oja îroyîn ji du h’ezara zêdetir k’armend û h’îmdar t’evî wê bûne.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close