Sîyasî

Plana dêlêgasîya amêrîkîya

Plana dêlêgasîya amêrîkîyaye bi serk’arîya Cêyms Cêfrî, ya ku pêşnîyarên xwe bona sazkirina zona bêqezîyabûnêye li Sûrîyaê r’aberî T’irk’îyaê kirîye, nava prêssaêda bela bûye. Anegorî wê planê qewatên Sûrîyaêye Dêmokratîk gerekê ji sînor bi k’ûraya pênc kîlomêtra dûrk’evin û bi dirêjaya 45O-î kîlometrî li  nêzîkî sînorbin. Zona bêqezîyabûnê gerekê negihîje merk’ezên bajar’a.Usa jî hatîye r’agîhandinê,wekî ŞAY pêşnîyar kirîye, ku li wir qewatên koalsîyona navnet’ewî û qewatên T’irk’îyaê cîwarkin, yên ku gerekê sînor kontrolkin. Li ser k’ûraya pênc kîlomêtrî bajar’ên K’obanê, Girê Sipî, Serê Kanîyê û Qamişlone.Çawa ku hatîye r’agîhandinê pêşnîyara amêrîkîya li Enqerê nehate piştgirtinê. T’irk’îya dixweze beraya sînor here kêm 3O-î kîlometrî kontrolke.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button