Aborî

Pr’ojeya çekirina r’îya h’esinî

Wezîreta avayîçêkirinê, ya Herêma K’urdistanê li ser wê projeyê dixebite, anegorî k’îjanê li t’emamîya herêmê gerekê r’îya h’esinî bê çêkirinê.Wezîr e’lamî r’ojne’mevana kirîye,wekî t’evî serokên Hewilêrê, Silêmanîyê dixebite, bona ku plana t’omerî bona çar salên pêşin hazirkin.Ewî gotîye,wekî wezîret li ser wê yekê dixebite, bona ku bajar’ên k’urdaye mezin bi r’êyên h’esinîva hevva bêne girêdanê.Wezîr usa jî daye dîyarkirinê,wekî t’or’a r’êyên h’esinî wê transporta civakî bide başkirinê û bi wî cûr’eyî dikare alî p’êwendîyên K’urdistanê û welatên cînare êkonomîkî bike

Zêdetir nîşan bide
Back to top button