Cîhan

E’lametîya lîdêrê partîya T’irk’îyaêye opozîsîon

Lîdêrê partîya T’irk’îyaêye opozîsîon K’emal K’iliçdarog’lû e’lam kirîye,wekî ewî destpê kirîye r’aporta pirsgirêka k’urd bide nûkirinê.Derheqa wê yekêda ewî gotîye r’ojn’mevana. “R’aporta me hebû, ya ku me sê-çar sal pêşda hazir kiribû, ya ku derheqa pirsgirêka k’urddabû.Em dixwezin wê r’aportê bidine nûkirinê, û niha li ser wê xebat tê kirinê.Em xwe mikur’ tên,wekî T’irk’îyaê dêprêsîya êkonomîkîye giran dîtîye û em h’esab nakin, ku ew yek r’aste, ku nava wî h’alîda her’ine hilbijartina”,-ewî gotîye. Nîsana sala 2O18-a K’emal K’iliçdarog’lû e’lam kir,wekî li welêt nava 4O salîda pirsgirêka k’urd nehate h’elkirinê û ewî soz da,wekî pirsgirêka k’urd nava çar salada h’elke.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button