Cîhan

Berbir’îbûna komîsîya K’urdistanêye mexsûs

Komîsîya K’urdistanêye mexsûs berbir’î h’ukumata Herêma K’urdistanê bûye, bona ku meh’kema başqe sazkin, ya ku wê t’enê îşên derheqa r’uşetxwerinêva mijûlbin.Serk’arê ofîsa h’iqûqî Mûşêr Îbrahîm derheqa girînîya wê yekêda gotîye.Endamê parlamênta K’urdistanê Daban Meh’med e’lam kirîye,wekî bona sazbûna meh’kema serbixwe parlamênt gerekê qirara wî cûr’eyî qebûlke. Ewî gotîye,wekî ewê piştgirîyê bidine pr’ojeya wî cûr’eyî. Nevsên k’urde derecebilind çendik-çend cara dane dîyarkirinê,wekî şer’k’arîya dijî r’uşetxwerinê hema wî cûr’eyî girînge, çawa ku şer’k’arîya dijî  DAÎŞ-ye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button