Cîhan

Demambûna 36-salê “Anfal”-a r’êjîma BAAS-ê

Duh 36-salê “Anfal”-a r’êjîma BAAS-êye dijî e’şîra Barzanî demam bû. 31-ê tîrmeha sala 1983-a, dîktatorê berê Sedem H’usêyn e’mir kir, ku bi h’ezara merivên ji e’şîra Barzanîye li Herîrê, Kûştapê, Bahirkê û Dîyanê bigrin, bikujin û li qûmistanên Îraqê veşêrin. Du meh ji  jî we’deyî derbaz bûn û Sedem H’usêyn bi fr’naxbûn e’lam kir,wekî cime’ta k’urd hate cezakirinê û ew şandine ceh’nemê.Nava wê cime’têda h’îmlî jin û zar’ok bûn, yên ku bona wê yekê hatine kuştinê,wekî ew k’urd bûn. Sisê gulana sala 2O11-a meh’kema Îraqêye t’ewrebilind Anfala e’şîra Barzanî çawa k’omkujî û xirabk’arîya dijî merivatîyê qebûl kir.Piştî 3O-î salên derbazbûyî p’ir’anîya cangorîyên Anfalê hela hê cîyê nee’yan veşartîne. Ji h’eyşt h’ezar cangorîyên e’şîra Barzanî t’enê 596 meriv hatine dîtinê û cîguhstî K’urdistanê kirine.Van axirîya sê cîyên usa jî hatine dîtinê, yên ku li qûmistana Îraqêye Samavayê hatine dîtinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button