Sîyasî

Piştgirîya bona zêdaya învêstîsîyaên bîyanî

H’ukumata Herêma K’urdistanê li ser wî meremîye, ku piştgirîyê bide zêdaya învêstîsîyaên bîyanî. Derheqa wê yekêda Me’srûr Barzanîyê serekwezîr e’lam kirîye. Li Hewilêrê Me’srûr Barzanî dêlêgasîya Polonîyaêye dîplomatîk bi serk’arîya cîgirê wezîrê Polonîyaêyî k’arên der Masêy Lang qebl kirîye. Lang ce’dandinên h’ukumata Herêmêye bona qebûlkirina mihacirên Sûrîyaê bilind qîmet kirîye.Bi dîyarkirina derheqa qewînbûn û bêqezîyabûna li K’urdistanê, Lang gotîye,wekî h’alê bona învêstîsîyaên polonî hatîye ç’areserkirinê û bo wê yekê jî zûtirekê dêlêgasîya welatê wîye êkonomîkî wê bê K’urdistanê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button