Serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol P’aşînyan pêncê t’ebaxê wê li meydana Stêp’anakêrtê, wextê heytehola vekirina lîstikên h’emermenîye h’evta bi xeberdan pêşda bê. “Hîvîyêne,wekî pêncê t’ebaxê qewimandineke girîng wê derbazbe, vekirina lîstitkên h’emermenî. Wan r’oja li Stêp’anakêrtê wê gelek wek’îlên dîyaspora ermenî, Arsaxê û Ermenîstanê hazirbin. Ewê bibe mecaleke baş, ku em derheqa r’ojeva miletîyêda xeberdin.Xeberdanê derheqa pirsên Ermenîstanê, dîyasporayê û Arsaxêda her’e, ewê bide gotûbêjkirina pirsên r’ojeva h’emmiletîê”,- Nîkol P’aşînyan gotîye.
Herwiha kontr’ol bike
Close