Aborî
Piştgirîya h’ukumata Ermenîstanê
H’ukumata Ermenîstanê wê piştgirîyê bide gavên senayêye cuda-cuda. Derheqa wê yekêda Nîkol P’aşînyanê serekwezîr r’ûp’elê xweyî fêysbûkêda nivîsîye. “Min t’eslîmî wezîrê êkonomîkayê kirîye, ku ew bi întênsîvî t’evî goveka senayê nava p’êwendîyabin”,-ewî gotîye û daye zelalkirinê,wekî gilî ne derheqa r’êsûrsên t’ebyetêdane. Bi gotina Nîkol P’aşînyan Ermenîstan gerekê bibe welatê senayê û p’ara senaya malhebûna gundîtîyê, usa jî ya r’êsûrsên t’ebyetî, barên mezin hildine ser xwe.