Li p’ayt’extê Arsaxê-Stêp’anakêrtê lîstikên h’emermenî wê li ser dereca here bilind bên derbazkirinê.Derheqa wê yekêda li meydana Stêp’anakêrtê serokê Arsaxê Bako Sahakyan wextê xeberdana xwe gotîye. Bi dîyarkirina wê yekê,wekî çend sal pêşda cime’ta Arsaxê r’abû ser p’îya û e’lamî dinîyaê kirin,wekî ewê p’êpeskirina qedirê miletîyê qebûl nekin, Bako Sahakyan gotîye: “Bi yektîya Ermenîstan-Arsax-Dîyaspora me birînên wextê şêr’ stendî alt’ kirine û êtapa qewînr’a derbaz bûne. Îro ez e’lam dikim,wekî Arsax hazire p’ara mîsîya xwe mîyaserke. R’îya meye bijartî paşda venager’e. Emê li peyî pirs û xiyalên xwe her’in, bona naskirina Arsaxêye navnet’ewî xebata mîyaserkin û nêzîkî xiyala xwebin”.
Gotarên eynî
Paşînyan û Êrdogan pêvajoya normalîzasîyakirina têkilîyên Ermenîstan-Tirkîyayê nirxandine
03.06.2026, 16:20
Delîl hene ku Rûsya dixwaze serokwezîrê Ermenîstanêyî niha di hilbijartinê de winda bibe: Marko Rubîo
03.06.2026, 15:25
Herwiha kontr’ol bike
Close - Euronews: Paşînyan di hilbijartinê de bi ser dikeve03.06.2026, 12:40





