Sport

Îşê K’oçaryan li ser xala nee’yane

Nava sîstêma h’iqûqîda h’alekî usa pêþda hatîye,wekî R’obêrt K’oçaryan nava azayêda nîne,lê ew şuxulk’arî ji alîyê t’u meh’kemekêda nayê kontrolkirinê, meh’kema usa t’une, ya ku dikare wî azake, yan azan neke.Derheqa wê yekêda advokatekî R’obêrt K’oçaryan Aram Orbêlyan gotîye.Meh’kema sereke, bi sedirtîya Armên Danîêlyan qirara meh’kemê pêşda qirar kiribû bide xebatê û bi wê yekê K’oçaryan hatibû girtinê. Bi wî cûr’eyî lênihêr’andina wî îşî gerekê li meh’kema t’omerî berdewam bikira.Feqet t’u şuxulk’arî destpê nebûye û e’yan nîne,wekî k’îjan h’akim gerekê wî îşî lê binihêr’e.H’akimê pêşda Davît’ Grîgoyan der maye. Advokat usa jî daye dîyarkirinê,wekî ew hazir dibin şikyatên xwe r’aberî komîsîya Organîzeya Net’ewên Yekbûyî mafên mêriv bikin û bo  wê yekê jî niha ew şikyata hela hê tê gotûbêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button