SerekeSîyasî

Serokê K’urdistanê serokê dêra Xalidîye kat’olîk qebûl kirîye

Dêlêgasîya dêra Xalidîye kat’olîk, r’oja çarşemê r’astî serokê K’urdistanê Nêç’îrvan Barzanî hatîye, bona ku wî pîrozke, girêdayî hilbijartina Nêç’îrvan Barzanîr’a.Lûyî R’afayêl Sako, yê ku patrîyarxê xalidîayî li Babêlonêye û pêşîk’êşê dêrêyî li Îraqêye, serk’arîya dêlêgasîyaê dikir.Wextê r’asthatinê dêlêgasîyaê Barzanîyê serok pîroz kirîye û jêr’a açixî xwestine.Barzanî û dêlêgasîya dêra kat’olîk h’alê mesîhîyaye li K’urdistanê û li Îraqê bi t’emamî hildayî gotûbêj kirine.Xeberdan derheqa k’omên êt’nîkîye mayînda jî çûye, usa jî derheqa p’arastina mafên wanda hatîye dîyarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button