Cîhan
Zar’oka dehsalî ji destê DAÎŞ-ê hatîye azakirinê
Seroketîya bajar’ê Calavlayê ya provînsîya Îraqêye Dîyalê, piştî dayîna p’era zar’oka dehsalî ji destê DAÎŞ-ê aza kirine. Endamê şêwira seroketîya bajar’ê Celavlayê Beşîr E’bdile gotîye,wekî ew zar’ok t’evî apekî wî hatibûne r’evandinê û piştî wê yekê hatine azakirinê,wextê ku çar h’ezar dolar dane têr’orîsta. Niha t’evî têr’orîsta hevr’axeberdan tên derbazkirinê, ku merivê wê malbetêyî duda aza berdin.