Aborî

H’ukumata K’urdistanê wê piştgirîyê bide senaya hundur’ê welêtda

K’atibê prêssayê, yê wezîreta K’urdistanêye malhebûna gundîtîyê H’usêyn K’erîm e’lam kirîye,wekî wana qirar qebûl kirîye, ku guhdarîya mezin bidine li ser eşîyaên malhebûna gundîtîyêye li welêt, bi t’aybetî peyî wê yekêr’a, wextê ku fêrmêrên cî ner’ih’etîya xwe e’lam kirin. “Niha emê diha zêde bac daynine li ser fêkîya, yên ku ji der tên. Wezîreta malhebûna gundîtîyê wê guhdarîya mezin dayne li ser eşîyaên hundur’ê welêtda”,-H’usêyn K’erîm gotîye. “Wezîreta k’arên hundur’ û fînansa, usa jî organên cî wê piştgirîyê bidine vê yekê”,- ewî serda zêde kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button