Sîyasî
Dêlêgasîya h’ukumata Herêma K’urdistanê wê bona gotûbêjkirina xala 14O-î her’e Beg’dayê
Nava r’ojên nêzîkda dêlêgasîya h’ukumata Herêma K’urdistanê wê her’e Beg’dayê, ku pirsgirêkên di navbera Îraqê û K’urdistanêda mayî, nava wanda usa jî xala konstîtûsîyaêye 14O-î, gotûbêj bike.Wextê hevp’eyvîna t’evî K’urdistan 24-ê, wek’îlê k’urdayî nava parlamênta Îraqêda Meh’med Şekir daye dîyarkirinê, wekî pêşîya mîyaserkirina xala 14O-î lazime h’alê li K’irkûkê û p’êwendîyên di navbera Hewilêrê û Beg’dayêda bidine r’astkirinê.Anegorî xala 14O-î pirsa têrîtorîyaên hevr’aqayîlnekirî gerekê bê h’elkirinê, wextê k’îjanê binelîyên li ser wan têrîtorîya gerekê qirarkin ku ew dixwezin bik’evine bin serk’arîya h’ukumata herêmê, yan jî h’ukumata federal.