R’ojne’ma r’ûsîye leşkerî derheqa şer’ê sala 2OO8-î li Osîya Başûr qewimî û derheqa encamên wêye gêopolîtîkîda miqale çap kirîye. Xudanê r’ojne’mê, kandîdatê ulmên leşkerî, endamê akadêmîya leşkerîye zanistî Anatolî Sîganoke, yê ku nivîsîye,wekî naskirina serbetîya Osîyaê û Abxazîyaê h’ukumî li ser de’w û doza Qerebag’ê kirîye. “Piştî sala 1991-ê li ser têrîtorîya Sovyêta berê du dewletên nû hatine naskirinê. Piştî sala 2OO8-a h’etanî niha 17 sal derbaz bûne û niha şuxulk’arîya naskirina welataye duda destpê dibe.Bona Qerebag’ê me’nî pêşda tê, ku meclaên naskirina navnet’ewî çêbin, nenihêr’î wê yekê,wekî Adirbêcan hazire mafên qerebag’îya nas bike, yan na”,- nava miqalêda hatîye gotinê. Xudanê miqalê dinivîse,wekî piştî qewimandinên li Osîya Başûr bona Qerebag’ê îdî zelal bûye,wekî li zona de’w û dozê aşîtî k’îsî balansa di navbera qewatada tê xweykirinê.
Gotarên eynî
Paşînyan û Êrdogan pêvajoya normalîzasîyakirina têkilîyên Ermenîstan-Tirkîyayê nirxandine
03.06.2026, 16:20
Delîl hene ku Rûsya dixwaze serokwezîrê Ermenîstanêyî niha di hilbijartinê de winda bibe: Marko Rubîo
03.06.2026, 15:25
Herwiha kontr’ol bike
Close - Euronews: Paşînyan di hilbijartinê de bi ser dikeve03.06.2026, 12:40





