Sîyasî

DAÎŞ-ê êrîş birîye li ser gundê nêzîkî Xaneqînê

Li provînsîya Îraqêye Dîyalê gundekî k’urdayî li Xaneqînê şeva 17-ê t’ebaxê ji alîyê DAÎŞ-da hatîye êrîşkirinê.Serokbajar’ê Xaneqînê Samîr Meh’med gotîye,wekî têr’orîsta du r’okêt berdane berbi gund, yên ku k’etine h’ewşa mek’t’eba gundê Mûbarakê.Zyank’êş t’unene, lê r’ûê êrîşêda nava binelîyên gundda t’evîhevbûn çê bûye.Hatîye dîyarkirinê,wekî çend seh’et pêşda li wê neh’îyê p’evçûyîn di navbera ç’ekdarên DAÎŞ-ê û eskerê Îraqêda qewimîbû û peyî wê yekêr’a DAÎŞ-ê gundê Darayê dabû ber r’okêta.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button