Sîyasî

Li bajar’ê Sûrîyaêyî k’urda avtomaşîne t’eqîyaye

R’oja yekşemê li bajar’ê Sûrîyaêyî k’urda Qamişloyê, ya ku li li ser sînorê t’evî  T’irk’îyaêye, nava encamê t’eqînêda xebatk’arekî qewatên bêqezîyabûnê hatîye kuştinê, dudu jî birîndar bûne. Ew yek li neh’îya Qamişloyêye Al Argûê qewimîye û ew neh’yî bin kontrola qewatên Sûrîyaêye Dêmokratîkdane. Anegorî înformasîyaên stendî, çend meriva xwe avtomaşînêda t’eqandine, ya ku nêzîkî qewatên k’urdaye bêqezîyabûnê bûye. Xebatk’arek hatîye kuştinê, lê herdu merivên mayîn gîhandine nexweşxanê. H’etanî niha t’u k’omek  cabdarîya wê êrîşê hilnedaye ser xwe. Destpêka meha derbazbûyî jî li Qamişloyê t’eqînek qewimîbû, lê wî çaxî 12 meriv birîndar bibûn. 

Zêdetir nîşan bide
Back to top button