Sîyasî

Lîdêrê PKK-ê aşîtîyê çawa r’îya t’ek-t’enê h’esab dike

Lîdêrê PKK-ê K’urdistanê Abdûla Ocalan, yê ku h’ebsêdane, careke mayîn bang kirîye, ku bona h’elkirina pirsgirêka k’urdîye li T’irk’îyaê û li t’emamîya herêmê t’omerî hildayî dîyaloga e’dil lazime. Ev e’lametî ewî bi destî birayê xwe Meh’med Ocalan bela kirîye, yê ku çûbû cem wî û ew dîtibû. “Em bona aşîtîyê hazirin. Şer’ê t’u cara pirsgirêka h’el neke”,-nava e’lametîya Ocelanda hatîye gotinê. Bi şirovekirina derheqa careke mayîn dagirkirina T’irk’îyaêye li K’urdistana Sûrîyaê, Ocalan gotîye, wekî her gaveke leşkerî wê him zyanê bide T’irk’îyaê û him jî bide welatên r’êgîonêye mayîn. “Emê borcdarîyê xwe bona h’elkirina pirsgirêka k’urd biqedînin. Vê pirsgirêkê nikarin bi xwînr’êtinê h’elkin. Em her dem bona h’elkirina e’dil hazirin”,- Ocalan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button