Cîhan

Karo P’aylan û Êbryû Gyûnay yên ku li Argêntînayêne, h’alê T’irk’îaêyî hundur’ gotûbêj kirine

Pavrlamêntvanên ji partîya Dêmokrasîya Gela Karo P’aylan û Êbryû Gyûnay, yên ku li Argêntînaêne, prêss-konfêrans dane, wextê k’îjanê derheqa h’alê T’irk’îyaêyî hundur’da xeberdane. “11O sal pêşda sult’anek hebû, yê ku xirabk’arîyên cûr’e- cûr’e dikirin. Ermenîya bawar dikirin,wekî wextê ku opozîsîya bê dewsa desthilatdarîyê, hinek tişt wê bêne guhar’tinê. Feqet wextê ku opozîsîya hat, ew ji sult’an diha xirabtir bû û k’omkujîya Ermenî mîyaser kir. Ez e’şaretîyê didime hevalên xweye k’urd. Dûrk’etina Êrdog’an gar’antîyaê nade,wekî li T’irk’îyaê wê sîstêma dêmokratîk hebe”,- P’aylan gotîye. Parlamêntvanê ermenî hîvîya piştgirîya civaka navnet’ewî bûye, ku şuxulk’arîya sîstêma li T’irk’îyaê bê sekinandinê.Êbryû Gyûnayê jî sîyasîya Êrdog’an şermazar kirîye û gotîye: “Ewên ku dijî Êrdog’an derdik’evin, dikarin bik’evine h’ebsê, bêne zêrandinê, yan jî kuştinê. Ew girîng nîne, ku ew meriv çendsalîne, yan jî ji k’îjan k’oma êt’nîkîne”. Bi xeberdana derheqa pirsên Sûrîyaêda, parlamêntvanê gotîye,wekî ew bona T’irk’îyaê qezîyaê r’aber nakin. Êrdog’an pirsa k’urdên Sûrîyaê çawa me’nî dide xebatê, ku wana bindest bike. Bi fikira Gyûnayê Êrdog’an dicêr’ibîne bi alîk’arîya dewletên mezin t’abîyên xwe li herêmê bide qewînkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button