SerekeSîyasî

Karo P’aylan:ew çi ku niha li T’irk’îyaê diqewime, têr’ora dewletêye

Parlamêntvanê T’irk’îyaêyî ji partîya Dêmokrasîya Gela, yê e’silê xweda ermenî Karo P’aylan zordarîya polîsîyaêye hindava parlamêntvanên wane li Dîyarbek’irê r’exne kirîye. Em bêjin,wekî 19-ê t’ebaxê, bi qirara seroketîya T’irk’îyaê, serokbajar’ên Dîyarbek’irê, Wanê û Mêrdînê ji qulixên xwe hatine derxistinê û dewsa wana we’delû merivên başqe hatine k’ifşkirinê. R’ûp’elê xweyî T’wîttêrêda P’aylan nivîsîye: “Li ber avayê  partîya meyî li Dîyarbek’irê hindava parlamêntvanên meda zordarî tê mîyaserkirinê.Serokbajar’ê ji alîyê cime’têda hilbijartî ji qulixê derxistine, hindava wîda zordarî tê mîyaserkirinê. Ew çi ku niha li T’irk’îyaê diqewime, têr’ora dewletêye… Werin em bêdeng nemînin”.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button