SerekeSîyasî

Almanîyaê şêwirmendên xweye leşkerîye li K’urdistanê xweyke

Wezîrê K’urdistanêyî k’arên hundur’ Arbar Ah’med û wezîra Almanîyaêye p’arastinê Annêgrêt’ Karênbaûêr r’oja çarşemê li Hewilêrê r’astî hevdu hatine, bona ku hevk’arîya t’evaîye nava şer’k’arîya dijî têr’orîzmê gotûbêj bikin. Wezîra Almanîyaê hatibû Hewilêrê û li cem şêwirmendên almane leşkerî qesidîye. Ewê daye dîyarkirinê,wekî Almanîyaê mandata t’e’lîmkirina pêşmergaye li K’urdistanê bide dirêjkirinê. Wezîra Almanîyaê pêşda li Beg’dayê qesidîbû, li k’îderê ew r’astî serekwezîrê Îraqê Adil Mahdî hatibû ku pirsên qewatkirina şer’k’arîya dijî têr’orîzmê gotûbêj bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button