SerekeSîyasî

Lêyla Gyûvên e’şaretîyê dide Nêç’îrvan Barzanî

Parlamêntvana ji partîya Dêmokrasîya Gela û sedira kongira civaka Dêmokratîk Lêyla Gyûvênê e’lam kirîye,wekî ew hîvîya piştgirîya cime’tên T’irk’îyaêne û usa jî hîvîyêne,wekî Nêç’îrvan Barzanî jî wê nêzîkbûna xweye hindava vê pirsê bide k’ifşê. Parlamêntvan û serokbajar’ên ji partîya Dêmokrasîya Gela girêdayî ji qulixê derxistina hersê serokbajar’ar’a e’lametî bela kirine. “Em hîvîya piştgirîya ji alîyê miletên T’irk’îyaêdanin, lê pêr’a jî hîvîyêne,wekî Nêç’îrvan Barzanî wê nêzîkbûna xwe bide k’ifşê, çimkî çawa cime’ta k’urd, bêyî yekîtîyê û t’ifaqê em nikarin bighîjine encama”,-Gyûvênê gotîye.Ewê daye dîyarkirinê,wekî t’emamîya dinîyaê fikira xwe derheqa ev gava neqanûnîda daye dîyarkirinê. “H’emû altêr’natîv li ser sivirêne û em h’emû tiştî gotûbêj dikin. Cime’t dijî evê sîyasîya qir’êje. Dijî vê sîyasîyê yekîtî û t’ifaqa k’urd lazime”,-parlamêntvana Dêmokrasîya Gela gotîye.Ewê daye dîyarkirinê,wekî bi saya berxudanê k’urdê li herçar p’arç’ên K’urdistanê bighîjine serk’eftinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button