Sîyasî

Wezîrê pêşmerga: şer’k’arîya dijî DAÎŞ-ê pêşer’ojêda wê diha berk’be

Wezîrê pêşmerga Şoriş Îsmayîl e’lam kirîye,wekî t’eşkîleta têr’orîstîye DAÎŞ-ê şuxulk’arîya xweye li wandera berdewam dike û pêşer’ojêda şer’ê dijî DAÎŞ-ê wê diha berk’be. Şoriş Îsmayîl t’evî wezîra Almanîyaêye p’arastinê Annêgrêt’ Karênbaûêrê prêss-konfêransa t’evayî derbaz kirine. Wezîrê pêşmerga e’lam kirîye,wekî koalîsîona navnet’ewî piştgirîya pêşmergaye li herêmê dike, t’evî wan t’e’lîma derbaz dike. Wezîra Almanîyaê îzbat kirîye,wekî qewatên Almanîyaê wê li Herêma K’urdistanê bimînin û serda zêde kirîye,wekî ew bi guhdarî dîna xwe didine qewimandinên li herêmê û Almanîyaê piştgirîya Herma K’urdistanê berdewam bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button