Aborî
Li Ermenîstanê dereca aminaya hindava bankada, ya bilinde
Li Ermenîstanê tê k’ifşê,wekî dereca aminaya hindava bankada bilinde. Derheqa wê yekêda 23-ê t’ebaxê wextê r’asthatina t’evî r’ojne’mevana, serk’arîya yektîya bankên Ermenîstanê Sêyran Sargsyan gotîye. Bi gotina wî ew yek ji zêdaya qewînbûna dêpozîtên şexsên fîzîkî tê k’ifşê. “Zêdaya aminayê berdewam dibe, bi t’aybetî bi învêstîsîyakirina sîstêma qulixdarîyava”,- ewî gotîye.