Cîhan

Aparatên ermenîye bêpîlot hazir dibin derêne sûka navnet’ewî

Nava goveka senaya leşkerîda, eşîyaê hevaltîya “Davaro”-ê  hatîye r’aberkirinê.Cabdarên hevaltîyê gilî kirine,wekî çi ku wana çê kirîye bi bahê xwe û bi dereca çêkirinê ew li sûka der dikare cîyê xwe bigre. 12 proêktên hevaltîyê hîvîyêne bik’evine nava sûka senayê. Nava proêktada yek jî aparatên bêpîlotin. Nava sê salada hevaltîyê cêr’ibandina mezin, usa jî zanebûn dest anîne, k’îjana dikarin nava qewatên ermenîye sîlih’kirîda bidine xebatê. “R’oja îroyîn sîstêma meye t’am heye, ya ku ji aparatên welatên başqeye bêpîlot kêmtir nîne”,- h’îmdarê hevaltîyê Davît’ Galoyan gotîye.Usa jî tê têr’adîtinê, ku eşîyaên neleşkerî jî çê bikin, bi k’îjana himberî sûka leşkerî ew diha hêsa dikarin derk’evine meydanê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button