Sîyasî

Dêlêgasîya parlamênta K’urdistanê wê her’e K’irkûk

Dêlêgasîya parlamênta K’urdistanê wê her’e K’irkûkê û wê krîzîsa li provînsîya k’urda, ya di navbera Hewilêrê û Beg’dayêda h’elnekirî, gotûbêj bike. K’irkûk ji sala 2O14-ada h’etanî sala 2O17-a ji  DAÎŞ-ê, ji alîyê qewatên k’urdada hate p’arastinê, feqet qewatên k’urda ji alîyê eskerê Îraqêda sala 2O17-a hatine derxistinê. Parlamêtvan Azat K’ûraçî gotîye,wekî dik’evine nava wê dêlêgasîyaê serk’arên beşên parlamêntêye cuda-cuda, yên ku wê r’asthatina t’evî frak’sîyaên k’urdaye li K’irkûkê derbazkin. Merem ewe, ku h’alê li K’irkûkê  gotûbêj bikin. Hewilêr û Beg’da gerekê hevr’axeberdana  destpêkin û plana h’elkirina pirsgirêka li K’irkûkê hazirkin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button