Serokê parlamênta Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan û serokê parlamênta Şvêdîyaê Andrêas Norlên mecalên hevk’arîya dualîye nava cêrge govekada gotûbêj kirine. Derheqa wê yekêda Ararat Mîrzoyan li parlamêntê gotîye. “Em mecalê gotûbêj dikin, bona ku hevk’arîyê nava têxnologîyaên înformasîon, serk’arîkirina r’êsûrsên mêşa, avê, ênêrgêtîkayê û cêrge govekên mayînda gotûbêj dikin. Evana ew alîne, li k’îderê cêr’ibandina Şvêdîyaê bi r’astî bona me çawa meseleye”,- Mîrzoyan daye dîyarkirinê. K’atibê spîkêrê parlamênta Şvêdîyaêye prêssyaê daye dîyarkirinê,wekî Şvêdîya dixweze piştgirîyê bide şorişa li Ermenîstanê qewimî û r’îya wêye berbi werguhastinên dêmokratîk. Em bêjin,wekî ji 26-a h’etanî 28-ê t’ebaxê dêlêgasîya bi serk’arîya serokê parlamênta Şvêdîyaê Andrêas Norlên bi seredan hatîye Ermenîstanê, dik’evine nava k’îjanê sê cîgirên serokê parlamêntê û serk’arên fra’ksîyaên parlamêntê.
Gotarên eynî
Paşînyan û Êrdogan pêvajoya normalîzasîyakirina têkilîyên Ermenîstan-Tirkîyayê nirxandine
03.06.2026, 16:20
Delîl hene ku Rûsya dixwaze serokwezîrê Ermenîstanêyî niha di hilbijartinê de winda bibe: Marko Rubîo
03.06.2026, 15:25
Herwiha kontr’ol bike
Close - Euronews: Paşînyan di hilbijartinê de bi ser dikeve03.06.2026, 12:40





