Sîyasî

Îran: k’urdê ku k’itêba difroşe bona frotana Încîlê hatîye cezakirinê

Meh’kema Îranê k’urdekî ku dik’ana wîye k’itêba heye, bona wê yekê, ku ewî dik’ana xweye li Bûkanê bona frotana Încîlê hatîye girtinê. T’eşkîleta mafê mêrive “Hêngaw”-ê e’lam kirîye,wekî Mistefa R’eh’îm cara e’wlin 11-ê h’ezîranê ji alîyê qewatên bêqezîyabûnêda hatîye gortinê, lê paşê dereng ew hatibû berdanê. Niha  meh’kema li Bûkanê  qirar kirîye, ku R’eh’îm bona frotana Încîlê wê bi we’dê sê meha û r’ojekê girtî bimîne.Nîveka meha t’ebaxê Mistefa R’eh’îm careke mayîn birine h’ebsê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button