Meremê sîyasîya Ermenîstanêye der ç’areserkirina xweserk’arîkirinê û bêqezîyabûnêye, bilindkirina dereca xweserk’arîkirinê û bêqezîyabûnêye, sazkirina atmosifêra k’ardar, ya bona bêqezîyabûna welat û welatîyên meye.Derheqa wê yekêda wextê berevbûna serk’arên wek’îltîyên Ermenîstanêye dîplomatîke der û wezîreta k’arên der, serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol P’aşînyan gotîye. “Bi vî cûr’eyî pirsa sîyasîya Ermenîstanêye der tê r’aberkirinê. Armanc ewe, ku sûbyêktîvîya Ermenîstanêye nava heleqetîyên navnet’ewîda bidine bilindkirinê.Pirseke girîng jî hema şorişa Ermenîstanêye sala 2O18-ye e’dile, ya ku bû qewimandineke h’emcîhanî.Dêmokratîya gerekê bibe k’arta sîyasîya Ermenîstanêye der û pirsa me ewe, ku nîşanî dinîyaê bidin,wekî dêmkoratîyaê nikarî li Ermenîstanê biguhêr’î, çimkî ew li ser fe’mdarîya cime’tê û xwestin û ce’dandinên wê hatîye h’îmdanînê”,-P’aşînyan gotîye.Serekwezîr daye dîyarkirinê,wekî prînsîpa bi sirê h’emermenîtîye.“Baylozên Ermenîstanêye li welatên der gerekê çawa wek’îlên t’emamîya ermenîya xwe r’aberkin”,-serekwezîr gotîye.
Gotarên eynî
Paşînyan û Êrdogan pêvajoya normalîzasîyakirina têkilîyên Ermenîstan-Tirkîyayê nirxandine
03.06.2026, 16:20
Delîl hene ku Rûsya dixwaze serokwezîrê Ermenîstanêyî niha di hilbijartinê de winda bibe: Marko Rubîo
03.06.2026, 15:25
Herwiha kontr’ol bike
Close - Euronews: Paşînyan di hilbijartinê de bi ser dikeve03.06.2026, 12:40





