Sîyasî
E’frîn:deh k’urdên Sûrîyaê hatine r’evandinê
Li bakûr-r’ohilatên Sûrîyaên r’oja duşemê deh binelîyê E’frînê hatine r’evandinê. E’frîn bin kontrola eskerên t’irka û hevk’arên wêdane. Ji adara sala 2O18-da, ew k’etîye bin kontrola T’irk’îyaê û hevk’arên wêye li wir.T’eşkîleta E’frînêye mafên mêriv e’lam kirîye, wekî k’oma opozîsîone li wir, êrîş birîye li ser gundê nêzîkî E’frînê û li wir pênc meriv girtine. R’ojekê pêşda jî li gundekî mayîn dîsa pênc meriv girtine. Cîyê wan meriva e’yan nîne û malbetên wan haj wana t’unene. Gelek t’eşkîletên mafp’arêz çendik–çend cara e’şaretî dane,wekî li E’frînê barbarî tê mîyaserkirinê, dijî binelîyên cî bin navê opêrasîonên antîtêr’orê mafên binelîya dit’er’ibînin.